Ji ber şewata li Yewnanîstanê 91 kes mirin

Hejmara mirovên ji ber şewata li Yewnanîstanê mirin bû 91 kes. Nasnameya 28 qurbaniyan hê jî nekariye bê tespîtkirin. 25 kes jî winda ne.

Hejmara qurbaniyên şewata li Yewnanîstanê zêde dibe. 91 kes ji ber şewatê mirin û 25 kes jî hîn winda ne.

Berdevkê Arkujiyê Stavroûla Mallîrî diyar kir ku hîn 25 kes winda ne. Derengketina dîtina cenazeyan û kesên winda, weke kêmasiyeke rayedaran tê dîtin.

Lê belê tê gotin, hin ji kesên winda dibe ku di nava cesedên ji cihên şewatê hatine anîn de bin.

Mallîrî diyar kir ku 59 cesedên qurbaniyan bi temamî şewitîne, hinek jî di nava avê de fetisîne. Hate ragihandin ku 4 ji birîndaran li nexweşxaneyê dema dihatin dermankirin mirine.

Mûxalefeta Yewnanîstanê jî rexne dike ku hikumet bi zanebûn hejmara qurbaniyan vedişêre. Karê ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Rayedar li ser wê yekê disekinin ku şewat dibe ku bi zanebûn hatibe derxistin.