Ji ber şewata li wargeheke Gûatemalayê, 19 ciwanan jiyana xwe ji dest dan

Li Gûatemalayê, ku welatekî li Amerîka Navîn e, li wargeheke ciwanan şewat derket. Ji ber şewatê herî kêm 19 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dan.

Li wargeheke San Jose Pînûla ku bi 20 kîlometreyan nêzî paytexta Gûatemala ye, şewatekê rû da. Hat ragihandin, 19 xwendekarên keç ku emrê wan 14 heta 17 salî bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, piraniya cenazeyên ciwanên jiyana xwe ji dest dane, nayên naskirin. Rayedaran gotin, herî kêm 25 ciwan jî birîndar bûn.

Tê gotin, şewata li wargeha bi navê Segûro Vîrgen de la Asûncîonê ji ber şewitandinê derketiye.

Zarokên keç ên li wargehê, roja Sêşemê li dijî pêkanînên xerab ên li wan dihatin kirin, çalakiyeke protestoyî lidar xisitbûn. Hat ragihandin, zarokên keç hem ji ber xwarina nebaş e, hem jî ji ber îstîsmara fîzîkî çalakî lidar xistibûn.

Li vê wargehê, zarokên ku malbat tehdeyê li wan dikin yan jî zarokên li kolanan dijiyan, diman.