Ji ber şewata Kalîforniyayê bi deh hezaran sivîl tên veguhestin

Ji ber şewata daristanan a li eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê bi hezaran hektar qad bûn xwelî, bi deh hezaran welatî tên veguhestin.

Di 3 şewatên li herêma Los Angeles û bakurê eyaletê derketî de, bi deh hezaran welatiyên sivîl hatin veguhestin. Rêveber tînin ziman ku kuştî û birîndar hene, bîlançoyekî zelal nedan.

Şewata bi navê ‘ Camp Fîre’ hate binavkirin, ziyaneke mezin da bajarê Paradîse yê dikeve bakurê Kalîfornaiyayê. Ji herêmê 26 hezar kes hatin veguhestin. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku bajar ji ber agir wê tine bibin.

Şewata din a bi navê ‘Woolsey Fîre’ hate navkirin jî, ziyanek mezin gihande Thoûsand Oaks a li avahiyên Ventûra ya bakurê rojavayê Los Angelesê derketî. Li heman herêmê, di êrîşa bi çek a şeva Çarşemê de 12 kes hatibûn kuştin. Rêveberan biryara veguhestina 75 hezar welatiyên sivîl dan.

Ji bo şewata sêyemîn jî navê ‘Hîll Fîre’ hate kirin. Ev şewat jî ji avahiyên Ventûra derket û şeva Pêncşemê jî 4 hezar hektar kiribû xwelî.

Ji sala 2017’an ve li Kalîforniya şewatên mezin rûdidin. Bi dehan kes bûne qûrbanê van şewatan. Şewata meha Îlonê li Mendocîno Complexê derketî enceq karîn du meh şûnde vemirînin. Di şewata mijara gotinê de, 190 hezar hektar tine bibûn.