Ji ber ‘mudaxeleya tund’ 16 welatan Iraq şermezar kirin

16 welatên ku li Iraqê nûnertiyên wan hene ji ber ku bi tundî mudaxeleyî xwepêşanderan kiriye, Iraq şermezar kirin.

Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye jî tê de li bajarên Necef, Kerbela, Basra, Dîvaniye, Nasiriye, Zikkar, Mûssena, Mîssan û Babîlê ji ber kêmbûna xizmetê, bêkarî û darizandina kesên nelirêtî kirine di Cotmeha 2019’an de xwepêşandan hatibû destpêkirin. Hêzên ewlehiyê û polîsên Iraqê bi tundî mudaxele û êrîşî van xwepêşandanan kiribû. Heta niha ji ber mudaxeleya hêzên ewlehiyê yên Iraqê 600 xwepêşander hatin kuştin, 25 hezar xwepêşander jî birîndar bûne, 28 xwepêşander bi sûîkastan hatin kuştin û 56 xwepêşander hê jî winda ne.

Li Iraqê ji partî, lîste û baweriyên cihê gelek siyasetmedaran piştgirî dan xwepêşanderan. Serokê Şîî Mûkteda El Sadr û Serokê Dînî yê Şîîyan ê li Iraqê Alî Sîstanî jî piştgiriyê didin xwepêşanderan.

Mukteda El Sadr di 24’ê Çileyê de ji bo ku hêzên biyan werin derxistin tevî alîgirên xwe xwepêşandanek li dar xist û piştre ji alîgirên xwe xwest ku bila ji qadan vekişin. Piştî vê daxuyaniyê hêzên ewlehiyê û polîsên Iraqê dest bi mudaxeleyên mezin kir. Xwepêşander jî li hemberî vê êrîş û mudaxeleyê li ber xwe didin. Li gorî çavkaniyên ji nexweşxaneyan ji ber gaza rondikrêj 30 xwepêşander tên tedawîkirin.

‘SADR ÎXANET KIR’

Komîteya Koordînasyonê ya Xwepêşanderan bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin Sadr piştgiriya xwe vekişandiye û ev jî tê wateya îxanetê. Ligel ku Sadr piştgiriya xwe vekişandiye jî li qadan xwepêşandan didome û ev jî diyar dike ku îradeya gel li qadan e.

JI 16 WELATAN HIŞYARÎ Û ŞERMEZARKIRIN

DYE, Îngîltere, Fransa jî di nav de 16 welatên ku li Iraqê nûnertiyên wan ên dîplomatîk hene, nerazîbûn nîşanî mudaxeleyên tund ên li dijî xwepêşanderan dan û bang kirin ku bila lêpirsîn li berpirsyaran were vekirin.

Nûnerên DYE, Elmanya, Çekya, Fînlandîya, Fransa, Hirvatistan, Hollanda, Îngîltere, Îspanya, Swêd, Îtalya, Kanada, Macaristan, Norveç, Polonya û Romanyayê ji bo şermezarkirina mudaxeleyên tund ên polîsên Iraqê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji 24’ê Çileyê û vir ve bi tundî mudaxeleyî xwepêşandanên aştiyane yên li wîlayetên Bexda, Nasiriye û Basrayê dike. Em vê mudaxeleyê şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ligel ku hikumetê soz dabû lê dîsa jî fîşekan li xwepêşanderan direşîne û ji ber van êrîşan gelek kes mirine, birîndar bûne û hatine revandin.