Ji ber karesatên xwezayî di nava şeş mehan de 120 milyar zirar çêbû

Li gor pêşbîniyên Swîss Re’yê ku şirketeke sîgortakirinê ya ji nû ve ye, ji ber karesatên xwezayî li seranserê cîhanê di nava şeş mehan de 120 milyar dolar zirar çêbûye.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku şirketa bîsîgortekirina ji nû ye Swîsreyî da, hat diyarkirin ku ji ber karesetan xwezayî li seranserê cîhanê di nava şeş mehan de nêzîkê 120 milyar dolar zirar çêbûye û hat diyarkirin ku ji ber erdhejan zirar herî pir li Tirkiye û Sûriyeyê çêbûye.

Li gor yên karê sîgorteyê dikin, ji ber bahoz, zîpik, barîna bi şid, ba û guherîna rewşa hewayê ji nîşkan ve zirara darayî zêdetir dibe.

34 milyar dolarê lêçûna ji ber karesatên xwezayî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê çûye. Zêdeyê milyar dolarek li zirar ji ber karesatan bûye, eyaleta herî pir bandor lê bûye Teksas e.