Ji ber grîbê 13 hezar kes li Fransayê mirin
Hêla grîbê ku zivistanî li Fransayê dest pê kiribû û heta nîvê Nîsanê dom kir, bi dawî bû.
Hêla grîbê ku zivistanî li Fransayê dest pê kiribû û heta nîvê Nîsanê dom kir, bi dawî bû.
Wezareta Tenduristiyê bi bilançoyekê diyar kir ku 13 hezar kes ji ber grîbê mirine. Par heman demê 14 hezar û 400 kes miribûn.
Wezaratê diyar kir ku li hemû herêmên Fransayê hêla grîbê qediyaye û 93 ji 100'î kesên ku temenên wan di ser 65'an re bûn û bi şewbê ketine mirine.