Ji ber êrîşên Îranê yên ser sivîlan serî li UCM’ê dan

Komeleya “Femme Azadî” ya Fransî ji bo lêpirsîna êrîşên li dijî sivîlan ya Îranê, sêrî li Dadgeha Cezayê ya Navnetweyî (UCM) da.

Parêzerê Komeleya “Femme Azadî” ya Fransî Emmanûel Daoûd ji ajansa nûçeyan ya AFP’ê re ragihand ku serî li Dozgeriya UCM’ê dane.

Komeleyê di heman demê de ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re nameyek şand û xwest dozê bişînin dozgerê UCM’ê.

Piştî ku jîna Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê hat qetilkirin, xwepêşandanên gel destpê kiribûn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) di serhildana “Jin, jiyan, azadî” de herî kêm 551 xwepêşander ku 68 ji wan zarok û 49 jî jin bûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin qetilkiri. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, zêdeyî 22 hezar kes hatin girtin. Her wiha 7 kes hatin bidarvekirin.

Komeleya Femme Azadî got: “Ev kiryarên tund ne tesadufî ne, ji bo bêdengkirina xwepêşanderan hatiye organîzekirin.”

Di dosyaya ku ji UCM’ê re hatiye şandin e, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî bi sûcê li dijî mirovahiyê tê tawanbarkirin.