Ji ber êrîşeke çekdarî li DYA'yê 4 kes mirin

Li eyaleta Tennessee ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li restorantekê êrîşeke çekdarî rû da. Ji ber êrîşê 4 kes mirin.

Rayedarên polîsan ên eyaleta Tennesseeyê dan xuyakirin ku çekdarek ketiye restoranta bi navê "Waffle House" û gule li sivîlan reşandiye.

Polîs diyar kir, êrîşkarê ku wesayita xwe li parka restorantê sekinand, piştî ku demekê li hundirê wesayitê ma derkete derve û destpêkê gule berda 2 kesên li ber restorantê bûn.

Berdevkê polîsan ragihand, êrîşkarê 29 salî yê bi navê Travis Reinking piştre gule li restorantê reşand.

Hate gotin, 3 kes li cihê bûyerê û kesek jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.