Ji ber êrîşeke bombeyî li Lîbyayê 7 kes mirin

Li Lîbyayê bi wesayiteke bombebarkirî êrîşek hate kirin. Herî kêm 7 kes mirin ku yek jê zarok e.

Êrîşa ku bi wesayita bombebarkirî hate kirin, bi şev li bajarê Bîngazî rû da. Ji ber êrîşê 7 kes mirin ku yek jê zarok e, herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, êrîş li pişt otela Tîbestî ku mezintirîn otela li bajêr re, pêk hat.

Bîngazî ku duyemîn bajarê herî mezin ê Lîbyayê ye, ji aliyê hêzên artêşa neteweyî ya rêveberiya Tobrûkê ve tê birêvebirin.

Li Lîbayayê, destpêka vê salê êrîş li du mizgeftan hatibûn kirin û 35 kes miribûn.