Ji ber êrîşa li dijî balafirgeheke Siûdî 9 kes birîndar bûn

Li dijî balafirgeheke li başûrê Erebistana Siûdî êrîşek hate kirin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya Koalîsyona Ereb de ku Erebistana Siûdî pêşengiyê jê re dike hate gotin, "Di êrîşa terorîstî de ya li dijî balafirgeha Abhayê heyşt Siûdî yek Hîndû bi giştî neh sivîl birîndar bûn."

Beriya vê daxuyaniyê serhildêrên Şîa yên Yemenî li televîzyona El Mesire ragihandin ku li dijî balafirên leşkerî yên li balafirgeha Abha ya navneteweyî wan dest bi operasyoneke berfireh kirine. Hûsiyan diyar kirin ku êrîş bi droneyan hatiye kirin.

Serhildên Şîa yên ku destekê ji Îranê werdigirin, ji Adara 2015'an ve ji aliyê Koalîsyona Ereb vê tên bombekirin. Ji ber êrîşên koalîsyonê gelek sivîl mirin.

Êrîşên Hûsiyan ên bi fuze û droneyan ên li dijî Siûdiyan hefteyên dawî zêde bûn.