Ji ber êrîşa bombeyî ya li dijî îstîxbarata Efgan 10 kes mirin

Li herêma Kalat a li başûrê Efganistanê li dijî avahiyeke rêxistina îstîxbaratê êrîşeke bi wesayita bombebarkirî hate kirin. Di êrîşê de 10 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn. Tevgera Talîbanê berpirsyariya êrîşê da ser milê xwe.

Li gorî daxuyaniya walîtiya eyaleta Zabûlê, êrîş sibeha Pêncşemê pêk hat. Di êrîşa bombeyî de ku li dijî servîsa îstîxbaratê (NDS) hate kirin, nexweşxaneya herêmî ya li heman qadê bû hilweşiya.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku di êrîşê de 10 kes mirine û 85 kes jî birîndar bûne. Ji berdevkên Talîbanê Karî Yûsûf diyar kir, wan li dijî NDS'ê êrîşeke xwekujî kirine. Li gorî berdevkê Talîbanê avahî bi temamî rûxiya ye.

Ji berdevkên Wezareta Karên Hundir Marwa Amînî diyar kir ku bi qemyoneke bombebarkirî li nêzî nexweşxaneya Zabûlê êrîş hatiye kirin.

Li Efganistanê êrîşên Talîbanê beriya hilbijartinên serokkomariyê yên 28'ê Îlonê zêde bûn.

Sêşemê jî du êrîş hatibûn kirin ku yek jê li dijî mîtînga Serokkomar Eşref Ganî û yek jî li Kabîlê hate kirin û di encamê de herî kêm 48 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Celalabadê jî Çarşemê li dijî avahiyeke fermî êrîşeke xwekujî hate kirin û 4 sivîl mirin.