Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ji ber êrîşa Îsraîlê ya li Sûriyeyê 15 kes mirin

Hate ragihandin, ji ber êrîşa Îsraîlê ya hewayî ya li dijî hedefên leşkerî yên li Sûriyeyê, sivîl jî di nav de 15 kes mirine.

Li gorî saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji ber êrîşa hewayî ku Yekşemê pêk hat 6 sivîl û 9 şervanên alîgirê rejîmê mirine.

Hate ragihandin ku şervan di êrîşê de li derdora Şamê û wîlayeta Hûmsê mirine.

Li gorî çavkaniyên Sûriyeyî, balafirên şer ên Îsraîlê di ser qada hewayî ya Lubnanê re zêdeyî 20 fuze avêtine hedefên li nava Sûriyeyê.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sanayê ragihand, gelek fuzeyên Îsraîlê ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ya Sûriyeyê ve hatine têkbirin. Lê belê hin fuze li hedefên li navçeya Sahnaya ya li başûrê rojava yê Şamê ketine.