Ji ber destdirêjiya li zaroka keç bi hezaran kes li Myanmarê daketin qadan

Li ser giran pêşveçûna lêpirsîna têkildarî destdirêjiya li zaroka keç a du salî ya li Myanmarê, li Rangon ê bajarê herî mezin ê welat e, bi hezaran kes daketin qadan.

Sûcê destdirêjiyê, li Meha Gulanê li Naypyîdawê pêk hatî, lê çalakiyên protestoyê hefteya borî piştî bavê zaroka keç li ser tevna civakî axivî û şûnde mezin bû. Bav li ser giran pêşveçûna lêpirsîna destdirêjiyê nerazîbûn nîşan dabû.

Li gorî doxtoran, zaroka keç a bi birînan ji dibistanê vegeriya bû malê, destdirêjî wê hatiye kirin.

Roja Şemiyê çalakvan ber bi bajarê Rangon a bajarê herî mezin û berê paytexta welat bû, ber bi qereqola polîsan ve ketin meşê. Di meşê de gelek kesan paçên rengê spî li xwe kiribûn ku tê wateya şînê, bal kişand.