Ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya NY ve biryara agirbesta 30 rojan

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji roja Înî û vir ve, piştî karûbarên dîplomasî û şûnde, pêşnûmeyeke ku agirbesta li Sûriyeyê pêşniyar dike pejirand.

Konseya Ewlekariyê ya NY’yê biryara pêşnûmeya agirbesta mehekê ji bo di cih de destpê bike bi piraniya dengan erê kir.

Pêşnûmeya ku gelek caran guhertin li ser hate kirin, ji bo hemû aliyan ‘moraleke domdar’ bîne, herî kêm di nava 30 rojan de banga dawî li dijminahiyê bîne. Tê armanckirin ku alîkariyên mirovî bên gihandin, nexweşên giran û birîndar bên veguhestin.

Daxwaza agirbestê, piştî bombebarana li Gutayê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê şûnde pêk.