Ji aliyê azadiya çapemeniyê ve Tirkiye di rêza 157. de ye

Rojnamevanên Sînornenas rapora xwe ya salane ya li ser azadiya çapemeniyê ya 180 welatan eşkere kir. Li gorî raporê Tirkiye di rêza 157. de ye.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê eşkere kir. Li gorî rapora îsal Tirkiye bi du rêzên din li paş ketiye û ji nava 180 welatî cihê xwe di rêza 157'an de girtiye.

RSF'ê Tirkiye weke "girtîgeha herî mezin a cîhanê ya ji bo rojnamevanan" bi nav kir û diyar kir ku sala 2017'an gelek rojnamevan piştî hewldana darbeyê hatin girtin û piştî saleke girtîmayî di dozên komî de li pey hev hatin darizandin.

Di dewama raporê de ji bo Tirkiyeyê hate gotin, "Serweriya hiqûqê bûye bîranîne ku diçilmise". Li gorî raporê Misr jî di rêza 161. de ye. Di raporê de hate gotin, "Tirsa ji çapemeniyê li van her du welatan gelekî mezin e ku rojnamevan bi rêk û pêk bi 'terorê' tên sûcdarkirin. Yên ku ne bi desthilatdariyê re bin bi awayekî kêfî tên girtin."

RSF'ê her wiha ragihand, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka piştî ku Donald Trump bû serok ji aliyê azadiya çapemeniyê ve bi du pûanan kêm kiriye û daketiye rêza 45'an.

Malta jî bi 18 merhelayn kêm kir û daket rêza 65'an. Slovakya bi kêmkirina 10 pûanan daket rêza 27'an.

Çekya rêza 34'an û Sirbîstanê jî cihê xwe di rêza 76'an de girt.

Rûsya di rêza 148'an de ma. Li gorî lîsteyê Çînê cihê xwe di rêza 176'an de girt. Hate ragihandin ku li Çînê zêdeyî 50 rojnamevan girtî ne.

RSF'ê diyar kir ku welatê herî zêde çapemenî lê azad e Norwêc e. Yê herî zêde azadiya çapemeniyê lê nîne Koreya Bakur e.

Metna giştî ya raporê: