Ji Şamê û hevalbendên wê mikurhatina DAÎŞ-El Nûsra

Hate gotin artêşa Sûriyê ji bo derxistina hin komên çeteyan ku di nav de DAÎŞ û El Nûsra jî hene,ya ji herêmên başûrê Şamê li hev kirine.

Li gorî ajanseke nûçeyan a Rûsya, ku xwe spartiye jêdereke leşkerî artêşa Sûriyê ji bo ku hin komên çekdar derxîne bi wan re li hev kiriye.

Jêdera leşkerî got, ‘’Li El Hac û el Esvedê li ser mijara agirbestê li hev kirine. Li gorî peymanê milîtanên DAÎŞ’ê wê biçine herêma el Badiye el Şarkiye û milîtanên Nûsra jî biçine Idlibê.’

Jêder diyar kir piştî ku komên çekdar peyman bi temamî pejirandin wê pêk were.

Heman medyaya Rûsya dema rizgarkirina Reqayê de îdîa kir ku bi çeteyên DAÎŞ’ê re peyman hatiye danîn û xebateke zêde ya antî propagandayê dikir. Vê carê jî, peymana rejîma bi desteka Rûsya, ya bi çeteyên DAÎŞ û Nûsra mîna ku ‘çîrokeke serkeftinê’ be da.

TI NEMAYE KU HERÊMA ŞAMÊ BI TEMAMÎ WERE KONTROLKIRIN

Rejîma Şamê ev bi rojan e Kampa Filîstînê Yarmukê û taxa Hac el Ewsed bombe dike. Li gorî AFP’ê çete jî ji taxên dî topan davêjin û bûye sedem ku sivîl bimirin.  Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê got rejim, ‘piştî ku di mijara tehlîyekirinê de bi ser neket’ zexta li ser DAÎŞ’ê zêde kir. Li vir heke çete têk biçin rejîma Şamê wê paytext û derdora wê ji 2012’an ve cara pêşî kontrol bike.

LI HERÊMA QALAMÛNÊ TEHLÎYEKIRINÊ DEST PÊ KIR

Nûçeyeke tehlîyekirinê ji rojhilatê bakurê Şamê hat. Li gorî ajansa Sputnîkê komên çekdar û çeteyên ku bi ‘milîtan’î têne binavkirin, di ajansa Sanayê de bi rengê ‘terorîst û malbatên wan’ têne binavkirin. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê bi çarçoweya peymana thlîyekirinê ya ji Ruheba, Nasiriyê û Cerûdê ya rojhilatê Qalamûnê, ‘’otobêsên bi terorîst û malbatên wan tike ji Ruhebeyê veqediyan.’’. Hate gotin tehlîye ber bi bakurê Sûriyê ve çêbûne.

Ruheba 60 kîlomtereyî li rojhilatê bakur ê Şamê dimîne, her du cihên dî jî çend kîlomtereyan wêdetirî bakur in.

Televizyona dewletê jî dîmen belav kir ku di dîmenan de tê dîtin otobês diçin. Li gorî teleziyona dewletê ev Peyman ‘’3200 terorîst û malbatên wan têkildar dike.’’

1500 ENDAMÊN ÇETEYAN BIRIN CERABLÛSÊ

Rejîma Sûriyê 14’ê Nîsanê gotibû herêma Xutaya Rojhilat bi temamî kontrol kirine. Vê operasyonê 2 mehan dom kiribû û li gorî Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê di bombekirinên rejîmê de 1700 sivîl hatine kuştin. Piştre bi peymanê bi deh hezaran çete û sivîl ji herêmê hatin derxistin.

Li gorî AFP’ê 1500 endamên çeteyan ên çekdar, 3500 sivîl ji Dumeyrê birin Cerablûsê ya bi dagirkeriya Tirk e.