Jeffrey li cihê McGurk hate erkdarkirin

Hate ragihandin ku li cihê Bret McGurk ê ku li dijî biryara vekişîna Sûriyeyê ya Serokê DYE Donald Trûmp îstifa kiribû, James Jeffrey hate wezîfedarkirin.

Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) Bret Mcgurk roja 21’ê Kanûnê îstifa kiribû.

Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê ragihand ku li cihê McGurk, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE’yê James Jeffrey hatiye erkdarkirin. Jeffrey wê her du peywiran bi hev re bike.

Di daxuyaniya wezaretê de hate ragihandin ku wê Jeffrey biryara vekişîna leşkerên Emerîka ji Sûriyeyê ya Donald Trûmp ‘birêvebibe û koordîne bike’.

Di daxuyaniyê de têkildarî vekişînê tu dem nehate diyarkirin û hate ragihandin ku ‘ji bo li Sûriyeyê li dijî çeteyan valehî çênebe’ wê vekişîn ‘bi koordîne be’.