Japonya destûra çêkirina organên têkel a mirov-ajalan dide

Hate gotin Japonyayê destûr daye ku şaneyên mirovan li embriyonên mişkan werin zêdekirin, ku Japonyayê demeke dirêj ev qedexe kiribû û gelek nîqaş li ser vê hebûn.

Li gorî nûçeyeke di kovara Natureyê de, Wezareta Zanîn û  Perwerdehiyê ya Japonyayê, wê destûra embriyoyên hîbrîd bide. Bi vî rengî, embriyonên mişkan ku şaneyên mirovan di xwe de vedihewînin, wê zêdetir bijîn.

Piştî vê destûrê embriyonên têkel (hîbrîd) piştre dikare li malzarokê were tovandin.

WÊ AJALÊN BI ORGANÊN MIROVAN WERIN ÇÊKIRIN

Armanca vê xebatê ew e ku organên ji bo neqlikirina organan werin çêkirin. 

Xebat pêşî wê li ser emriyonên mişkan werin ceribandin û piştre tê payin ku li ser beraz û mihan jî were ceribandin.

Armanc ew e ku ajalên ku bi ceribandinê wê werin çêkirin, bibin xwediyê organên bi şaneyên mirovan. Ev organ jî piştre ji bo neqla organan a ji bo mirovan wê werin bikaranîn.

Hin pispor dibêjin bi neqla organên ajalan ên ku bi şaneyên mirovan wê werin çêkirin, gelek nexweşî wê ji ajalan derbasî mirovan bibin.