Îstifaya Kaplan bû yek ji 12 girîngtirîn bûyerên sala 2016'an ên li Swêdê û cîhanê

Di sala 2016'an de li cîhanê gelek bûyerên siyasî, şer, teqîn û karesatên xwezayî rû dan. Medya Swêdê, ji nava girîntgirîn bûyerên li cîhanê û Swêdê qewimîn 12 bûyer diyar kirin.

Yek ji van 12 bûyerên herî girîng, îstifaya Wezîrê Avahî û Bajarvaniyê yê berê Mehmet Kaplan e, ku weke kesekî nêzî Hikûmeta AKP'ê tê naskirin.

Serokê Duyemîn ê Federasyona Komeleyên Karkerên Tirk ên li Swêdê Barbaros Leylanî, di Nîsana îsal de li mîtîngek li Stockholmê axaftinek kiribû û di axaftina xwe de li dijî Ermeniyan gotinên nefretê bi kar anî bû. Piştre wêneyên Kaplan ên bi Leylanî, rêveberên rêxistinên olperest ên radîkal û ocaxên nîjadperestan hatin weşandin û li ser vê yekê zext li Kaplan hat kirin ku îstifa bike. Piştî Kaplan, Alîkara Serokwezîr û Wezîra Hawirdorê ya ji Partiya Keskan Åsa Romson jî neçar ma bû îstifa bike.

Kovara Fokûs ku weke versiyona Swêdê ya New York Times û Economist tê binavkirin, îstifaya Kaplan û Romsson di nava bûyerên herî girîng ên sala 2016'an de di rêza sêyemîn, hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê jî di rêza heftemîn de nîşan da.

Rojnameya Metro û Wîkîpedîa jî îstifaya Kaplan û dûrketina Wezîra Hawirdorê Romsson weke yek ji girîngtirîn bûyerên sala 2016'an nîşan da.

Piştî îstifaya Kaplan, gelek alîgirên AKP'ê di nava rêveberiya Partiya Keskan û Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat a Swêdê ji wezîfeyê hatin girtin.