IRC: Hejmara nexweşan dibe ku bigihêje milyarek mirovî

Saziya alîkariya însanî ya navneteweyî International Rescue Committe (IRC) hişyarî da ku eger alîkariya lezgîn li welatên dezavantajê neyê kirin hejmara mirovên bi vîrûsa koronayê bikevin dibe ku bigihêje milyarek mirovî.

IRC ku navenda wê li DYE'yê ye, diyar kir ku li welatên mîna Efganistan û Sûriyeyê ku "welatên qels in" ji bo pêşîgirtina li şewbeke mezin" pêwîstiya xwe "bi alîkariya madî ya lezgîn" heye.

IRC'ê diyar kir ku divê di dema herî kurt de alîkarî bi welatên qels re bê kirin û li gorî dane û tesmînên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Zanîngeha Împerîal College ya li Londonê ragihand ku hejmara mirovên li cîhanê bi vîrûsê bikevin ji 500 milyonî heta milyarek mirovî be.

Di rapora IRC'ê de hişyarî hate dayin ku li welatên şer lê diqewimin û aramiya siyasî lê nîne hejmara qurbaniyan dibe ku 3 milyon kesî derbas bike.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsê heta sibeha Çarşemê li tevahiya cîhanê zêdeyî 3 milyon û 110 hezar mirov bi vîrûsê ketin, zêdeyî 217 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.