Iraq wê dewleta Tirk bi nameyekê protesto bike
Serokkomariyê Iraqê îşaret pê kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kirine û êrîşa li Balafirgeha Erbetê şermezar kir. Serokkomariyê da zanîn ku wê bi armanca protestokirinê nameyekê bide Tirkiyeyê.
Serokkomariyê Iraqê îşaret pê kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kirine û êrîşa li Balafirgeha Erbetê şermezar kir. Serokkomariyê da zanîn ku wê bi armanca protestokirinê nameyekê bide Tirkiyeyê.
Serokkomariya Iraqê li ser êrîşa dewleta Tirk li Balafirgeha Erbet a Silêmaniyê kir, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku dewleta Tirk li ser erda Iraqê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bêyî sedemên leşkerî û ewlehiyê sivîl û biryargehên leşkerî û ewlehiyê ji xwe re dike armanc û bi dewamdarî wiha hat gotin: ‘’Me berê bi eşkerehî ji meqamên Tirk re got ku em amade ne ji bo dagirtina valahiyan bi meqamên ewlehiyê re li hev rûnin. Tirkiyeyê bersiveke ji dil neda. Di navbeyna welatên cîran de hin binpêkariyên ewlehiyê û operasyonê leşkerî mimkûn in. Lê êrîşên leşkerî ku pê leşker, bajar û sivîl tên armanc, bi rêgezên cîrantiya baş nakevin û hiqûqa navneteweyî red dike. Tirkiye bi bikaranîna balafirên biçek ên bêmirov gefan li Iraqê dixwe. Em van êrîşên li bajarên ewle yên herêmê dubare tên kirin şermezar dikin.’’
JI BO PROTESTOKIRINÊ WÊ NAME BÊ DAYÎN
Di daxuyaniyê her wiha hat eşkerekirin ku wê Iraq ji ber êrîşa bi balafira biçek a bêmirov kiriye wê ji bo protestokirinê nota bide Tirkiyeyê û wiha hat gotin: ‘’Me xwe kir xwedan înîsiyatîf ku bang li wezareta ewlehiyê bikin da ku em guhdariya raporeke bi berferehî bikin. Em ê têkiliyê bi civaka navneteweyî re jî deynin û bang li balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê bikin û bi armanca protestokirinê nameyekê bişînin ji meqama Serokkomariya Tirk re. Li dijî yên dixwazin peşkê li ewlehî, serwerî û aramiya Iraqê bixin, em ê ji bo sekinandina van êrîşan û şermezarkirinê ji dil bixebitin.’’