Iraq û TotalEnergies peyman li ser projeyên mezin îmze kirin -HATE NÛKIRIN

Hikûmeta Iraqê bi şîrketa Fransî TotalEnergies re peymana projeyên mezin ku ku nirxê wê 10 milyar dolar e, îmze kir.

Ji bo gaza li başûr bê xebitandin û hilberandina enerjiya rojê, sala 2021’an projeya megayê hat eşkerekirin. Têkildarî projeyê demek dirêj e geşedan heye û muzakereyên zehmet tên kirin.

Şefê şîrketa TotalEnergies Patrîck Poûyanne û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Abdûl Ganî li Bexdayê bi merasîmekê peyman îmze kirin.

Wezîrê Iraqî beriya ku her çar proje werin îmzekirin, wiha got: “Ji bo ku îro bi Total û hemû hevkaran re ev peyman bên pêkanîn, em bi biryar in ku hevkariyeke cidî û berhemdar pêk bînin.”

Poûyanne jî ji AFP’ê re axivî û got: “Kar di rê de ye, hevkarî hat xurtkirin: TotalEnergies sedî 45’ê projeyê di destê xwe de digire, Şîrketa Petrolê ya Basrayê ji sedî 30’ê di dest xwe de digire û QatarEnergy bi sedî 25’ê tevlî me dibe.”

Armanca projeya destpêkê ew e ku ji bo gaz bê tedarîkkirina santralên elektrîkê, gaza ku ji sê qadên petrolê dişewite, car din were qezenckirin.

Projeya din, armanc dike ku ji bo şebekeya elektrîkê ya li herêma Basrayê ya li başûr, santraleke enerjiyê ya roja mezin a bi 1 GW bê pêşxistin.

Bi projeya sêyem armanc ew e ku hilberandina qada petrolê Artavî ya li başûrê welat, di rojê de bê derxistina 210.000’an.

Projeya dawî jî ew e ku ji bo cihên petrolê ava pêwîst bê pêkanîn û tevkariyê li ava vexwarinê ya Basrayê bikin, wê tesîseke paqijkirina ava deryayê bê avakirin. Li gorî hejmara ku bi merasîma li Bexdayê hatî eşkerekirin, ev proje wê di encamê de derfetê 5 milyon ava varîlê dide. TotalEnergies plan dike ku xebatan sala 2027-2028’an biqedîne.