Iraq dixwaze Qada Tehrîrê ji çalakgeran bigre

Rêxistina Efûya Navnetewî encamên çalakiyên 3 mehan yên li Iraqê eşkere kir. Hêzên ewlehiya Iraqê ji bo girtina Qada Tehrîr ya Bexdayê ji çalakgeran kete nava tevgerê.

Li Iraqê çalakiyên protestoyê ku 1’ê Cotmeha 2019’an destpê kiribûn didomin. Rêxistina Efûya Navnetewî bîlançoya 3 mehan eşkere kir. Li aliyê din hêzên ewlehiya Iraqê ji bo wergirtina Qada Tehrîr ji çalakgeran kete nava tevgerê.

‘ZÊDETIRÎ 600 ÇALAKGER MIRIN’

Rêxistina Efûya Navnetewî ragihand ku ji ber bikaranîna hêzê ya hêzên ewlehiya Iraqê li dijî çalakgeran ji Cotmeha 2019’an ve zêdetirî 600 çalakger mirîne.

Rêxistina Efûya Navnetewî ragihand ku êşkence û destgîrkirin didome. Rêxistinê daxwaza dayîna tazmînatê ji bo malbatên kesên hatin hatine kuştin yan jî astengdar bûne kir.

Li gorî Rêxistina Efûya Navnetewî ji Cotmeha 2019’an ve li Iraqê di çalakiyên protestoyê de 669 kes mirin û nêzî 25 hezar kes jî birîndar bûne.

PIŞTÎ ÇALAKIYA DUH ŞER DERKET

Li aliyê din duh ji bo derxistina hêzên biyanî li Iraqê meş hate kirin. Piştî meşê di navbera çalakger û hêzên ewlehiyê de şer derket. Di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de 6 kes mirin û 54 kes jî birîndar bûbûn.

IRAQÊ HÊZ SEWQÎ QADA TEHRÎRÊ KIR

Hikûmeta Iraqê ji bo Qada Tehrîrê ji çalakgeran bigre hêz sewqî herêmê kir. Hêzên ewlehiya Iraqê ku serê sibê hatin Qada Tehrîrê mudaxaleyî çalakgeran kir. Hêzên ewlehiyê ku nekarin bikevin herêmên di destê çalakgeran de tê payîn ku bi ketina hêzên ewlehiyê re şerê mezin derbikeve.