IPCC: Germahiya global wê sala 2040'î bi 1,5 pileyî zêde bibe

Li gelemperiya cîhanê nîqaş tê kirin, bê heta sala 2100'î çawa dikare germahiya global di bin asta 2 pileyî de bê hiştin. Fikar hene ku di nava 20 salan de hewa bi 1,5 pileyî germ bibe.

Li gorî raporeke Panela Guherîna Avhewayê ya navbera Hikumetan (IPCC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî be, zêdebûna germahiya global wê bidome.

Li ser rapora ku wê meha Cotmehê ji aliyê IPCC ve bê eşkerekirin daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku eger rêjeya berdana gazên bi zerar ên serayê wiha bidome, wê germahiya global jî dewam bike.

HETA SALA 2040'Î WÊ BI 1,5 PILEYÎ ZÊDE BIBE

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêjeya zêdebûna germahiya global wê sala 2040'î li gorî sedsala 19'an, bi 1,5 pileyî zêde bibe.

Li gorî daxuyaniyê hiştina germahiya global di asta 1,5 pileyî de wê ji bo pêşîgirtina li germa zêde, ziwatî û rabûna lehiyan girîng be. Li gorî IPCC, eger pêşî li germahiya global were girtin wê di heman demê de pêşî li penaberiya bi dehan milyon mirovan jî bê girtin.

Herî dawî, destpêka sala 2017'an hatibû ragihandin ku germahiya global li gorî sedsala 19'an li ser 1 pileyî ye.

DIVÊ BI LEZGÎNÎ DEST JI EJERNIYA FOSÎLÊ WERE BERDAN!

Berdevkê IPCC Jonathan Lynn anî ziman ku yek ji gavên herî girîng ên ji bo pêşîgirtina li germbûna global, terikandina hilberîn û bikaranîna komirê ye. Her wiha divê li şûna enerjiya fosîlê ya petrol û gaza xwezayî, giranî ji enerjiya ba û rojê re bê dayin.

Lynn da xuyakirin ku wan metna pêşnûmeyê ya rapora ji nêrîna pisporan a li ser germahiya global hatiye amadekirin pêşkêşî hikumetan kirine. Lynn diyar kir, piştî ku hikumetan li raporê zêde kirin wê heta meha Cotmehê biweşînin.