IOM: Li Lîbyayê zêdetirî 43 hezar kes ji cih û warên xwe bûn

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ya NY’ê ragihand ku ji ber lehiya li rojhilatê Lîbayayê zêdeyî 43 hezar kes ji cihê xwe bûn.

IOM’ê ragihand ku ji ber lehiya şeva 10’ê Îlonê ku ji ber Bahoza Danîlê rabû, zêdeyî 43 hezar kes ji cihê xwe bûn.

IOM’ê di rapora xwe ya der barê rewşa dawî de wiha got: “Li gorî texmînên dawî yên IOM’ê ji ber lehiyên li bakurê rojhilatê Lîbyayê 43 hezar û 59 kes ji cihê xwe bûne.”

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) roja Çarşemê ragihand ku tê payîn bi hezaran termên mirovan di min kavilan de mane.

Li gorî ICRC’ê hîn jî zehmet e ku hejamra qurbaniyan zelal bibe. Li gorî texmînan herî kêm 10 hezar kes winda ne.

Hat diyarkirin ku kesên ji lehiyê rizgar bûne ji ava vexwarinê, xwarînê û têkiliyên bi cîhanê re bêpar mane.

Bahoza Danîelê 10’ê Îlonê li bakurê rojhilatê Lîbyayê rabû. Li gorî Neteweyên Yekbûyî herî kêm 11 hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 10 hezar kes jî winda ne.