IMF û Ûkraynayê li ser krediyê li hev kirin
Hat ragihandin, Fora Pereyan a Navneteweyî (IMF) biryar daye krediyeke nû bide Ûkraynayê, ku ev welat ji ber şerê navxweyî di nave zor û zehmetiyeke giran a aboriyê de ye.
Hat ragihandin, Fora Pereyan a Navneteweyî (IMF) biryar daye krediyeke nû bide Ûkraynayê, ku ev welat ji ber şerê navxweyî di nave zor û zehmetiyeke giran a aboriyê de ye.
Di daxuyaniya IMF de hat gotin, li hev hatiye kirin ku krediya 1 mîlyar dolarî ji Ûkraynayê re were dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku parek ji vê krediyê wê di nîvê destpêkê yê vê salê de were dayîn.
Li gorî daxuyaniya IMF'ê, di berdêla krediyê de daxwaza dirêjkirina temenê teqawîtbûnê de ku beriya niha hatibû xwestin, vê carê nehatiey xwestin. Ev daxwaza IMF a ji Ûkraynayê rê li ber nerazîbûneke zêde ya raya giştî ya Ûkraynayê vekiribû.
Lê belê nehat eşkerekirin, bê krediya ji bo Ûkraynayê tê dayîn di berdêla kîjan 'reforman' de bê dayîn.
Di encama peymanek navbera hikûmeta Ûkrayna û IMF a sala 2015'an de, biryar hatibû dayîn ku ji bo pêşî li îflasa aboriyê were girtin, krediyek ji 17,5 mîlyar dolarî bê dayîn. Heta niha 7,5 mîlyar dolar ê vê krediyê hatiye dayîn.