Husnu Mubarek serbest tê berdan
Hat ragihandin ku wê Serokê Misrê yê berê Husnu Mubarek serbest were berdan.
Hat ragihandin ku wê Serokê Misrê yê berê Husnu Mubarek serbest were berdan.
Dozgeriyê biryara berdana Serokê Misrê yê berê Husnu Mubarek da. Parezerên Mubarek û çavkaniyên darazandinê biryar bi raya giştî re parvekirin.
Hat ragihadin ku wê îro yan sibehê Husnu Mubarek were berdan û biçe mala xwe ya li Helîopolîsê.
Husnu Mubarek di dema xwepêşandanên 2011'ê ya li Misirê de ji hukim hatibû xwar.