Hûsiyan li Yemenê nuqteyeke stratejîk bi dest xistin

Raperînerên Hûsî yên Şîa yên li Yemenê, rêyeke girîng a li rojhilatê paytext Sanayê kontrol kirin.

Hûsiyên Yemenî ku Îran piştgiriya wan dike, operasyonên xwe yên li dijî hêzên hikumetê li bakur û rojhilatê paytext dewam dikin.

Di encama şerekî dijwar de rêya navbera herêmên Marîb û El Cevf ên li bakur kontrol kirin.

KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ WÊ LI HEV KOM BIBE

Ji ber ku di deh rojên dawî de şer ji nû ve dest pê kir, Qraliyeta Yekbûyî ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku bi rengekî lezgîn li hev kom bibe. Tê payin ku konsey vê Sêşemê saet di 15:00 de li hev kom bibe. Civîn wê li çaplemeniyê girtî pêk were. Tê gotin ku pêşnûme biryareke hevpar dikare bê qebûlkirin. Di civînê de wê Sefîrê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Martîn Grîffîths bi rêya vîdeokonferansê 15 welatên endam li ser mijarê agahdar bike.

PAYTEXTA WÎLAYETA EL-CEVF DI HEDEFÊ DE YE

Piştî bêdengiya çend mehan ji 17'ê Çileyê û pê ve li rojhilatê Sanayê şer ji nû ve dest pê kir.

Çavkaniyekî leşkerî ji AFP'ê re axivî û got, "Hûsî niha jî ber bi bakur û rojavayê paytexta wîlayeta El-Cevf Hazmê bi pêş ve diçin û dixwazin kontrol bikin." Çavkaniyekî din ê leşkerî jî ragihand ku Hûsî roja Duşemê bi pênc kîlometreyan xwe nêzî paytexta El-Cevf kirine.

Piraniya wîlayeta El-Cevf di kontrola Hûsiyan de ye, lê belê navenda bajêr hîn di destê hikumetê de ye.

Beşek ji herêma Marîbê jî di destê Hûsiyan de ye. Paytexta bi heman navî ya wîlayeta ku bi 170 kîlometreyî li rojhilatê Sanayê ye, di destê hêzên hikumetê de ye.

BI DEHAN KES MIRIN

Di şerê 48 saetên dawî de tê gotin ku ji her du aliyan bi dehan kes mirine û birîndar bûne. Lê belê bîlançoyeke zelal nehate dayin.