Hûsiyan bombe li tesîsên Siûdiyê barandin

Milîsên Hûsiyan ên Yemenê bombe li tesîsa Aramco ya şîrketa petrolê ya Erebîsta Siûdî jî di nav de li gelek nuqteyên girîng barandin.

Li gorî televîzyona El Massîra ya nêzî tevgera Şîî ya alîgirê Îranê, berdevkekî yê leşkerî yê Hûsiyan ragihand ku li tesîsa petrôlê ya Aramco ya li Cîzan a peravê Derya Sor xistine.

Li gorî berdevk baregeha hewayî ya Cîzan û Abha bi gelek roket û dronan hatiye hedefkirin. Hate ragihandin ku di nava cihên hatine xistin tesîsa leşekrî a Hamîs Mucahît û hinek tesîsên din ên girîng jîhene.

Li Yemenê di nava du hefteyên dawî de şer ji nû ve destpê kir. Operasyona Hûsiyên Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike li bakur û rojhilatê paytextê li dijî hêzên hikûmetê didome. Serê hefteyê rêya ku herêma El-Cevg ya li bakur û Marîb a li rojhlatê paytext Sanayê ketibû bin kontrola Hûsiyan. Li gorî çavkaniyên leşkerî niha Hûsî li rojava û bakurê Hazm yê paytexta wîleta El-Cevf pêşve dikin û dixwazin bajêr bigrin. Roja Dûşemê Hûsî bi 5 kîlometreyan ji paytext El-Cevf’ê dur bûn.

Beşek mezin yê wîlayeta El-Cevf di destê Hûsiyan de ye, lê navenda bajêr hê di kontrola hikûmetê de ye.

Beşek yê herêma Marîb jî dibin kontrola Hûsiyan de ye. Wîlayeta ku 170 kîlometre dikeve rojhilatê Sana ku paytexta wê jî bi heman nave dibin kontrola hêzên hikûmetê de ye.