HRW’ê ji şewata li kampa ku bi dehan koçber mirîn, Hûsî sûcdar kir

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), ji ber şeweta li kampa koçberan a ku bûyî sedemê mirina bi dehan kesî, Hûsî weke berpirs dît.

Li navenda kampa koçberan a li Sanaya di bin desthilata Hûsiyan de, 7’ê Adarê şewat derket, bi dehan koçber şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

HRW’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Piştî ne tesbîtkirina cismên hêzên ewlekariya Hûsiyan ku nifşê wan cisman diyar nekirin û avêtîn navenda koçberan, li Sanayê bi dehan koçber şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî HRW’ê parêzvanên navendê, koçberên ku piranî Etiyopyayî yên ku şertên destgîrkirinê protesto kirin, di depoyekê de kom kirin. Piştre, yekê du cismên “bi dengê bilind teqiyayî û şewat derxistin” avêtin hundirê depoyê.

Koçberekê yê di daxuyaniya nivîskî ya HRW’ê de weke şahidî kirî got: “Ez gelek tirsiyam (…) mirov dikuliyan, bi batanyeyan me xwe digirt. Mirov bi saxî şewitîn. Ji bo birevin neçar mam ku li ser cenazeyan re bimeşim.”