HRW: Di Cotmeh û Mijdarê de 40 gundên Rohînyayê hatin şewitandin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) têkildarî Rohîngyayên Misilman dîmenên nû yên peykê belav kir.

HRW’ê diyar kir ku di Cotmeh û Mijdarê de 40 gundên Rohîngyayê hatin şewitandin. Di heman demê de HRW’ê bal kişand ser vî tiştî ku ji 25’ê Tebaxê û vir ve bi giştî 354 gund hatine şewitandin.

Di 25’ê Tebaxê de Arakanan avêtin ser gelek navendên polîsan. Piştî vî tiştî zext û pêkutî zêde bû. Ji ber êrîşan 650 hezar kes ji Rohîngyayê berê xwe dan Bangladeşê. Artêş sûcdariyên şîddeta li ser sivîlan red dike.

HRW’ê got ku, “Li gorî dîmenên peykê tê dîtin ku gundên Rohîngyayê tên hilweşandin.”