HRE'yê derba giran lê da: 14 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên hêzên wan de, 9 jê leşkerên Tirk 14 dagirker hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di serî de herêmên Şera û Şêrawa yên Efrînê gelek herêm ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine bombekirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya parastina rewa de wan li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor kirine.

BÎLANÇOYA ÇALAKIYAN

Daxuyaniya HRE'yê ya li ser mijarê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker di pêvajoya Newrozê de, di serî de herêmên Şera û Şerawa, gelek herêm bi dijwarî topbaran kirin. Hêzên me li hember van êrişan di çarçoveya bersivdayînê de gelek çalakî lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 19'ê Adarê, li taxa Zeîdiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyeke sabotajê de, 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû.

Roja 20'ê Adarê, li bajarê Efrînê seyareyek çeteyan hat rûxandin.

Roja 24'ê Adarê, li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû. Her wiha seyareyek hat rûxandin.

Roja 28'ê Adarê, li bajarokê Marê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 noqteyên leşkeran hatin rûxandin.

Heman rojê, li gundê Celemê yê girêdayî Cindiresê, di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.

Roja 7'ê Nîsanê, li Mareyê li hember baregeheke din a artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha seyareyek kar hat rûxandin.

Topbaranên artêşa Tirk a dagirker bi taybetî roja 7'ê Nîsanê pir dijwar bû û di encama vê topbaranê de zarok jî tê de, gelek welatiyên sivîl birîndar bûn. Li hember vê yekê, hêzên me roja 7'ê Nîsanê çalakiyek taybet a bersivdayînê li dar xist. Ev çalakî li derdora gundê Gobelê yê Efrînê li hember yekîneyeke kemînê ya artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 5 çete û 9 leşker hatin kuştin, 2 çete û 10 leşker jî birîndar bûn."