HRE: Li Ezaz û Mare 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Ezaz û Mareyê di çalakiyan de 9 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên Ezaz û Mareyê li dijî komên çete yên ser bi artêşa dagirker çalakî li dar xistin.

Li gorî daxuyaniyê yek ji çalakiyan li nêzî gundên Kefer Xaşer-Kefer Kelbîn ên herêma Ezazê hate kirin û di encamê de ji komên Cebhet Şammiyê û Ahrar Şûmal 3 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Her wiha çepereke çeteyan jî hate rûxandin û 2 çekên AK-47 ketin destê hêzên wan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku li herêma Mareyê li dijî nuqteya kontrolê ya koma Lîwa Sûltan Fatîh çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 2 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li herêma Mareyê hêzên me li gundê Hezwanê çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Li gundê Tûweys ê herêma Mareyê jî di çalakiya sûîqestê ya hêzên me de çeteyek hate kuştin."

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi obus û hawanan bombe li gundên navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê û gundê Şehbayê barandin."