Hozat: Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê şensê dawî ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Divê dewleta Tirk ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê îradeyekê nîşan bide. Rêber Apo şensê dawî yê Tirkiyeyê ye."

Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat bersiv da pirsên Medya Haber TV. Hevpeyvîna bi Besê Hozat re bi vî rengî ye:

Hevdîtîna heyeta DEM Partiyê bi Rêber Apo re çêbû. Di derbarê vê hevdîtînê de hinek nirxandinên Rêber Apo li çapameniyê hat weşandin. Rêber Apo di vê hevdîtînê de behsa ‘berpirsyariya dîrokî, êdî mirov nikare çareseriyê taloq bike, ji bo çareseriyê dikare tevkariya pozîtîf bike, pêwîste Meclîs berpirsyariyê bigire’ dike. Hûn van nirxandinên ku qasî li çapameniyê hatiye weşandin çawa dinirxînin?

Di destpêkê de ez sersala Rêbertî ya nû pîroz dikim. Heyeta hevdîtînê anî ziman ku tendurîstî û moralî Rêbertî gelek baş e. Em hemû bi vê gelek kêfxweş bûn. Gelê me kêfxweş bû. Bi vî awayî ez Rêbertî bi rêz, heskirin û berîkirinê silav dikim. Birastî jî diyare nirxandinên pir berfireh, girîng hatiye kirin. Qasî ku daxiyaniyên li çapameniyê hat weşandin ev tê fêmkirin. Ev hevdîtîn dewama hevdîtîna ku bi Omer Ocalan re hatiye kirin e û hale wê yê hîn berfireh û kûr e. Nirxandina vê wê rast bibe. Di hevdîtîna ku destpêkê hatibû kirin de jî Rêber Apo gotibû, tecrît didome, heger derfet çêbibin ew xwedî ew hêzê ku pirsgirêkê ji zemîna pevçûnê dikare derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bike. Di vê maneyê de anîbû ziman ku xwedî wê hêza pratîk û teorîk e. di vê hevdîtînê de geşedanên li herêmê hîn berfirehtir hatiye nirxandin. Bi taybetî jî di van nirxandinan de geşedanên li herêmê ji bo gelan çiqas xetere dihewîne nirxandina Rêber Apo pir girîng e. Di esasê xwe de dema parêznameyên Rêber Apo û sekn û berxwedana 26 salan a Îmraliyê were mêzekirin, dîsa di hevdîtînên ku berê bi parezêr û heyeta HDP'ê re kiribû de nirxandinên anîbû ziman jî mirov dikare bi hêsanî bêje, Rêber Apo li herêmê û gelên herêmê ev senaryo û planên tarî yên ku tên ferzkirin bi kûrahî û bi pêşbiniyekê mezin di ferqê de ye, dibîne û her tim şiyariyên xwe dike. Ji hêzên eleqedar re, welatan re, desthilatdariyê re, muxalefetê re, ji hêzên demokrasiyê re, rayagiştî re bangên wî çêdibin. Rêber Apo niha dîsa nêzîkatiyek heman daniyê holê. Di vê wateyê de heger dewlet û hikûmet bi samîmî nêz bibe û îradeya çareseriyê deyne holê, gotiye ew bixwe jî wê tevkariyek mezin bike û xwedî wê hêza teorîk û pratîkê ye. Tîne ziman ku di vê mijarê de wê rola xwe bilîze. Niha plan û senaryoyên tarî çi ne, ev girîng e. Niha birastî jî rewşa ku hêrêm jiyan dike û geşedanên ku tê jiyandin mirov ditirsîne. Ev rastiyek e. Rêbertî mînaka Xeze û rewşa Sûriyê dide. Wisa ye. Niha ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst û hegemonîk ve projeya mezin a Rojhilata Navîn tê xwestin pêk were. Di vê wateyê de ewlekariya Îsraîlê tê esasgirtin. Ev plan di bingeha hêza Îsraîlê ya herêmê xistina ewlekariyê de tê meşandin. Em ji geşedanên li Sûriyê çêdibin dibînin ku Tirkiyê jî daxilî van planan dikin. Ji aliyê Tirkiyê ve jî komplo û xefikekê mezin xistine meriyetê. Ev rastî jî wê bihêle ku pirsgirêkên girîng çêbibin û pirsgrikêk bibin kangren. Wek Rêbertî jî îfade kir, wê bike kangren û hîn kurtir bike. Di vir de tiştê ku tê xwestin armanckirin çi ye? Pir vekiriye, bi vê terzê bidome herêm wê ji şerên olî û mezhebî re, şerên etnîkî û nîjatperestiyê re şahidî bike. Di vê wateyê de hevdu qirkirina gelan, tiştekî pir xeter e. Wê Rojhilata Navîn bibe gola xwînê. Yanî, niha geşedanên heyî wê îşaret dike. Niha geşedanên li Sûriyê diqewimin jî wisa ne. Eger ev nakokî û pevçûnên heyî kûr bibin li Sûriyeyê jî pevçûnên mezhebî werin jiyandin. Heman tişt li Iraqê were jiyandin. Hem şerê mezhebî hem jî pir cidî şerê etnîk were jiyandin. Wê pir cidî teyisandina vê li Tirkiyê bibe. Yanî, di vê wateyê de gelan ji hev û du re dijmin dikin û bi hev û du re didin qirkirin. Polîtîkayekê perçe bike û rêve bibe niha danîne ser dike. Ev planekî pir xeter e. Niha dik danîne û pêk tînin. Li Tirkiyê bi temamî daxilî vê planê dikin. Birastî jî ev komployekî mezin e. Xefikekê ku li hemberî Tirkiyê hatiye danîn e. Xefik û komployekî li hemberî gelên herêmê hatiye danîn e. Ev pêvajo bi komploya navnetewî re destpê kir. Bi esareta Rêbertî re destpê kir. Her ku diçê wisa kûr bû û bi berfireh bû û dewam kir. Niha Rêbertî bal dikşîne ser xetereyên vê. Her ku diçê ev pêvçûn li herêm û hawirê kûr dibe. Di vê wateyê de Rêbertî hişyarî û bangên pir cidî dike. Xwişk-biratiya Kurd û Tirkan xurtkirin û di heman demê de tîne ziman ku ev mîsogeriya xwişk-biratiya hemû gelan e û ji bo hemû gelan çarenûs e diyar dike. Birastî jî wisa ye. Lewre ev plan niha neyê astengkirin û bidome, ev ê di navbera gelê Kurd û Tirk dijmintiyê çêke. Wê pevçûn hîn zêdetir were kûrkirin û zêdekirin. Ev pêşeroja hemû gelên herêmê tehdît dike. Wê were noqtayekî ku pêşeroja hemû herêmê tehdît bike. Di vî alî de girîng e. Yanî, ji bo xwişk-biratiya gelê Kurd û Tirk xurtkirin, di vê wateyê jî xwedî lezginî û girîngiya çarenûsa gelên herêmê diyarkirinê ye. Birastî jî rewşekê wisa îfade dike. Bêgûman Rêbertî ev jî pir zelal datîne holê. Gotinên Devlet Bahçelî û ji bo derketinê tiştê ku îfade dike û ji 1'ê Cotmehê ve pêvajoyê ku destpê kir, daxuyanî û nîqaşên ku tên kirin, hîn jî qasî ku me fêmkir, Rêbertî jî hîn hewl dide rewşê fêm bike. Birastî jî ev daxuyanî, ev nêzîkatî gelo tektîk in, şerê taybet in. Nexwe xetereyê heyî Devlet Bahçelî jî dibîne, dixwaze pêşî bigire? Di vê wateyê de bi îfadeya Rêbertî desthilata AKP-MHP'ê eceba paradîgmayekê nû pêşxist? Ev gotin li ser vê pêşdikevin? Eceba vê plana xeter, vê konsepta hêzên hegemonîk a li ser herêmê tê pêşxistin ferq kir? Tiştê ku pêş dixin paradîgmayekî nû ye eceba? Van gotin hinek xwe dispêrin vê yan tam berovajî, ji vê rewşê wiha feydeyên mezin negirtin û eceba ji bo desthiladarî sax derkeve dubare wiha şerê taybet dimeşînin? Ev şerê taybet e, tektîkek e? Lewre ev di dema çûyî de pir hat ceribandin. Pêwîste herî xêde ev bê fêmkirin. Ji ber vê em bi vê hevdîtînê re nikarin behsa pêvajoyekê bikin. Wekî hin derdor nîqaş dikin pêvajoyekê çareserî û aşitiyê nîne. Bi vê hevdîtînê re mirov nikare behsa pêvajoya aşitî û çareseriyê bike. Nêzîkatiya Rêber Apo wek kaxizê tûrnûsolê ye. Di Îmraliyê de hîn jî şert û mercên tecrîd û êşkenceyê didome. Derfetên Rêber Apo yên ewlekarî, tendurîstî û azad jiyankirinê nehatiye pêkanîn. Êrîşên qirikirinê ya li ser gelê Kurd nesekiniye. Li Bakur, Rojava, Başûr û her derê êrîşê berfireh ên qirkirinê didomin. Ji ber vê em nikarin navê vê pêjajoyê bikin pêvajoya çareserî û aşîtiyê. Ev pêjoya wekî berê dubare wiha bi temamî wê veguherînîn pêvajoya şerê taybet? Eceba wê desthilat wiha bi nêzikatiya rantê nêzî vê bibe û rewşa Rêber Apo û pirsgirêka Kurd bike amûr û ji xwe li ser piya bigire û temenê xwe dirêj bike, bi kar bîne û veguherîne pêvajoyekê wiha? Di salên 2013-15'an de desthilat wê pêvajoyê wiha girt dest. Erdogan temamî bi wê armancê nêzî wê pêvajoyê bû. Pêvajo kir amûr. Rêbertî û pirsgirêka Kurd jî kir amûr. Ji bo li dewletê serwer bibe û desthilata xwe bidomîne wê pêvajoyê bikar anî. Wekî pêvajoyekî şer nirxand. Niha vê serdemê jî wê desthilat wiha binirxîne? Yan jî wê birastî îradeya çareseriyê deyne holê û bi Rêber Apo re di bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyê bi awayekê cidî wê pêvajoyê muzakere pêş bixe. Wê pêvajo vê nîşan bide. Wê pratîk vê nîşan bide. Di vê wateyê de bêyî ku gavên pratîkî yên cidî neyê avêtin, navê vê pêvajo nayê dayîn. Niha jî ji van nîqaş û derketinan re jî nikarin pênaseyek bînin. Hinek wiha bi demê re çi çi ye wê zelal derkeve holê. Lê belê niha tiştên ku tê jiyandin em dibînin, fêm dikin û dinirxînin rewşek û rastiyek heye. Ew jî desthilatdarî dubare ji nû ve serî li lîstîkên şerê taybet daye. Dubare ji nû ve taktîk pêş dixe. Hincetên vê yên şênber hene. Yanî, yek li Îmraliyê pergala tecrît û êşkenceyê didome. Şertên Rêber Apo yên tendurîstî, ewlekarî û bi azad bixebite û jiyan bike nehatiye pêkanîn. Rêber Apo hîn bi parêzerên xwe re nikare hevdîtîn bike. Bi saziyên civakî yên sîvîl re nikare hevdîtîn bike. Bi her derdorê ku dixwaze biaxive re nikare hevdîtîn bike. Her roj gelek serlêdan li Îmraliyê tê kirin. Ji Tirkiyeyê serlêdan tê kirin. Ji hunermendan, ji rewşenbîran serlêdan tê kirin. Gelek akamîsyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Ewropayî jî serlêdan kirin, lê belê ti bersiv nehat dayîn. Sîstema êşkence û tecrîdê bi rengê xwe dewam dike. Şert û mercên jiyan û azadiyê ya Rêbertî jî, nehatine pêkanîn. Weke min gotî, êrîşên qirkirinê li her derê bi dijwarê dewam dikin. Yanî ziyniyet û desthilatdariyeke ku li Rojava êrîşî Kurdan dike û hewl dide rêveberiya xweser tasfiye bike, wê li Tirkiyeyê çawa bi rengekî demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike. Gelo wê çawa bi rastî jî samîmî nêzî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bibe? Ev pirseke pir girîng e. Yanî di vî warî de polîtîka û êrîşên heyî, bawerî nadin. Mirov li kuderê lê binêre, wê bibîne ku êrîşên înkar û îmhayê, polîtîkayên qirkirinê bi hemû tundî û dijwariya xwe dewam dikin. Lewma em difikirin ku evane hemû polîtîkayên şerê taybet in. Niha di raya giştî ya berfireh de jî ev feraset heye. Yanî hemû beşên demokratîk û Kurd, hetta Kurdên di nava AKP’ê de jî dema nîqaş dikin, her tim nîşaneyeke pirsê heye. Gelo ma di gotinên Bahçelî yan jî Erdogan de gotineke li ser esasê zemîna çareseriya demokratîk, heye? Nîne. Bahçelî dema devê xwe vedike, qala tunekirina PKK’ê dike, qala tasfiyekirina Rojava bike, qala qirkirina Kurdan dike. Dema ku Erdogan jî devê xwe vedike, qala tiştên heman dike. Timî tiştên behs dikin, bes kuştin, êrîş û şer e. Yanî ji dervey vê tiştek din nabêjin. Tenê weke hinekî cudahî, qala xwişk-biratiya Kurd û Tirkan dikin. Yanî dema devê xwe digirin û vedikin, tenê qala vê xwişk-biratiyê dikin. Gelo tu ev qas êrîşên qirkirinê li ser Kurdan pêk tînî û hewl didî statuya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Kurdan bi berdêlên pir giran afirandiye, tune bikî, vêca tu wê xwişk-biratiya Kurd û Tirkan li kuderê bi cih bikî? Yanî tê dîtin ku li ser gotina xwişk-biratiya Kurd û Tirkan polîtîkayek tê meşandin. Dibêje erê Kurd hene, lê ez Kurdê azad, Kurdê têkoşîna azadiyê dimeşîne, Kurdê bixwaze xwe bi rêve bibe, qebûl nakim. Kurdê ku ez qebûl bikin, Kurdê kole ye! Dibêje, Kurd wê xizmeta min bike, ji min re koletiyê bike. Ji bo polîtîkayên dagirkeriyê, wê hevkariyê bi min re bike. Wê her cure piştgiriyê bide min, wê bibe malzemeya polîtîkayên min ên emperyal û wê bikeve bin xizmeta vê yekê. Dibêje, ez Kurdê wiha qebûl dikim. Yanî Kurdê ku qebûl dike, Kurdê mirî ye, Kurdê kole ye. Di rewşa heyî de ti eleqeya vê yekê, bi xwişk-biratiyê re nîne. Îradeyeke çareseriyê ya vê desthilatdariyê derneketiye holê. Samîmiyetek li holê nîne. Polîtîkayeke li gorî vê nîne. Lewma bawerî jî nade. Polîtîkayên xwe yên înkar, îmha û qirkirinê bê navber didomîne. Polîtîkayên êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, didomîne. Pêkhatina yek-du hevdîtinan nayê wê wateyê ku sîstema êşkence û tecrîdê, ji holê rabûye. Helbet Rêbertî îradeyeke çareseriyê danî holê, ev pir girîng e. Yanî got, eger dewlet têkildarî vê yekê zemîn çêbike, eger têkildarî vê yekê samîmî be, eger bi rastî jî paradîgma û polîtîkaya xwe biguhere, ez amade me her cure tevkariyeke pozîtîf bikim. Got, ji bo vê yekê ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkê me. Got, ez ê rolekî pir xurt bilîzim. Di vê hevdîtinê de vê bi rengekî eşkere tîne ziman. Bang li muxalefetê jî dike. Dibêje muxalefet û hemû derdorên siyasî jî divê tevkariyeke pir xurt, pêşkêşî vê pêvajoyê bikin. Ji bo ev pêvajo bibe pêvajoyeke rast a çareseriyê, divê hemû derdorên siyasî înîsiyatîf bigirin, tevkarî bikin û rol bilîzin. Rêbertî bang li muxalefetê dike ku înîsiyatîfê bigire. Yanî ji dervey desthilatdariyê jî bang li hemû derdorên siyasî jî dike ku înîsiyatîf bigirin û rolekî pozîtîf bilîzin. Me jî gelek caran ev bang kirine. Me bang li CHP’ê jî kir. Me got, înîsiyatîfa xwe deyne holê, projeyeke çareseriyê deyne. Bila polîtîkaya te ya çareseriyê hebe. Ji bo hemû. Rêbertî bang li partî, hêzên siyasî yên din, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesê dike ku rol bilîzin. Em bi tevahî piştgiriyê didin bangên Rêbertiya xwe. Em li pişt îradeya çareseriyê ya Rêbertiya xwe ne. Em piştgirî didin vê îradeyê. Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de, muxatabê sereke Rêber Apo ye. Me ev her tim gotiye û em timî dibêjin. Lê belê dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP û muxalefetê, yanî dewlet bi tevahî divê îradeyeke çareseriyê deyne holê.

Divê li ser bingehê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, îradeyê danin holê û guh bidin van bangên Rêber Apo, bersiv bidinê û têkildarî vê yekê gavên şênber ên pratîk bavêjin. Yanî eger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, eger bi vê polîtîkaya heyî dewam bike, Tirkiye wê li herêmê bibe hêza ku winda dike. Bila Tirkiye qet xwe naxapîne. Yanî Tirkiye wê parçe parçe bibe. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd şansê dawî yê Tirkiyeyê ye. Eger Tirkiye bi Rêber Apo re pirsgirêka Kurd li ser esasê çareseriya demokratîk çareser neke, eger bi rastî jî Tirkiye demokratîk nebe, Tirkiye wê hingê parçe bibe. Wê li Tirkiyeyê şerên etnîk û mezhebî ku wê xwe bigihînin sed salan, pêş bikevin û bi rastî jî wê dewleteke bi navê komara Tirkiyeyê li holê nemîne. Lewma ev niyeta baş a Rêber Apo, ev bangên wî, îradeya wî ya çareseriyê ji bo dewleta Tirk şansekî pir mezin e. Eger vî şansî berçav negire û îstîsmar bike û eger ranta vê bike, wê têkçûneke mezin jiyan bike. Têkildarî vê yekê, bi rastî jî mirov pêwîst dibîne ku hişyar bike. Lewma ez vê jî girîng dibînim, yanî li gorî nirxandina van hemû nîqaşan û yek-du hevdîtinên bi Rêber Apo re hatîn kirin, divê di nava gelê me û raya giştî ya demokratîk de bendewariyên nepêwîst çênebin. Divê di têkoşîn û berxwedanê de lewazî qet çênebe. Ya ku vê îradeya çareseriyê ya Rêber Apo xurt bike, ya ku destê Rêber Apo xurt bike, ya ku vê pêvajoyê veguherîne pêvajoyeke rast a çareseriyê, teqez têkoşîn û berxwedana gelên me ye. Têkoşîn û berxwedana topyekûn e. Encex ev yek dikare vê pêvajoyê veguherîne pêvajoyeke çareseriyê ya rast. Ev yek dikare bersiva îradeya çareseriyê ya Rêber Apo bide. Di vî warî de divê mirov qet nekeve nava bendewariyên nepêwîst. Divê ti kes dest ji xwe neberde. Divê berxwedan neyê lewazkirin. Berevajî, divê hîn zêdetir têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin û pêşxistin. Ev pir girîng e. Bi taybetî ez vê yekê ji bo gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, yê li Tirkiyeyê, gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê, yên derveyî welat, dostên me û ji bo hemû beşên demokratîk dixwazim diyar bikim. Ev pêvajo hîna bi gelek nediyariyan re tejî ye. Îhtimala vê ya bûyîna şerê taybet, pir zêde ye. Pratîk, sekin, polîtîka û pêkanînên vê desthilatdariyê li holê ne. Lewma divê têkoşîn bi rengekî pir xurt bê domandin. Divê Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi rengekî pir xurt dewam bike. Me ev yek timî diyar kir. Bi rastî vê pêngavê rojevek xurt afirand, xwedî derketinek pir baş pêş ket. Di sala 2025’an de, divê lingê civakî, îdeolojîk û siyasî-dîplomatîk ê Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî, bi rengekî pir xurt bê meşandin. Divê bi rastî jî em sala 2025’an bigihînin pêvajoyeke welê ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û demokratîkbûna herêmê pêk bê. Divê em bi vê armancê bixebitin. Divê hedefa sala 2025’an ev be. Divê em pêngavê jî bi rengekî hîn xurttir û bi geşkirina têkoşînê re, bidomînin.

Li Rojhilata Navîn ku navenda Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e, şer bi tundî dewam dike. Li Sûriyeyê rejîma Baas hilweşiya û HTŞ anîn ser deshilatdariyê. Gelo li Sûriyeyê planek çawa hate avakirin û pêkanîn û di vê planê de rola hêzên herêmî yên mîna dewleta Tirk û Îranê, çiye?

Li herêmê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi rengekî pir tund dewam dike. Bi rastî jî gihişte qonaxeke pir girîng. Êdî herêm jinûve tê dîzaynkirin. Me ev yek gelekî nirxand. Di dîzaynkirina herêmê de jî hewl tê dayîn ku Îsraîlê bikin yekemîn hêza hegemon a li herêmê. Li ser bingehê berjewendiyên Îsraîlê jî şiklekî nû tê dayîna herêmê. Niha plan hemû, yanî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bi xwe jî projeyeke wiha ye. Bi vî rengî li herêmê pevçûnên etnîkî, mezhebî û olî ji bo pêkanîna vê projeyê weke çekek esas tê bikaranîn. Plan hinekî li ser esasê vê yekê jî tê meşandin. Şerê li Xezeyê, li Lubnanê, şerê niha li Sûriyeyê dijwar dibe, hilweşîna rejîmê, hatina HTŞ’ê ya li ser desthilatdariyê, belavbûn şer a ber bi Iraqê ve, belavbûna wê ya li Îranê ku jixwe armanca esas Îran e, her wiha Tirkiye jî vediguhere navendeke ku şer lê giran dibe, ev pêvajo hemû ji aliyê herêmê ve dibe pêvajoyeke jinûve dîzaynê. Ji bo ev pêvajo ji aliyê gelan ve jî bi erênî derbas bibe, divê têkoşîn were kirin. Belê, niha li Sûriyeyê qasî 12 rojan HTŞ hat û rejîma Baas’ê ya 60 salan hilweşand û li Şamê desthilatdarî bi dest xist. Gelo ev yek bi hêza HTŞ’ê bixwe pêk hat? Helbet na. Ev planeke navneteweyî bû. Serkêşê vê planê Emerîka, Îsraîl û Îngilistan bû. Tirkiye jî tevlî vê planê hate kirin. Ji bo pêkanîna vê planê jî, pêşengî ji Tirkiyeyê re hate dayîn. Tirkiye di vî warî de ji bo pratîkkirina vê planê, rola sereke lîst. Yanî eger mirov pênaseke wiha li Tirkiyeyê bike, şaş nîne; ev yek wê di demê pêş de ji aliyê Tirkiyeyê ve hîn baştir bê dîtin, niha hinekî ji ser xwe çûne. Yanî weke ku fethek mezin kirine, Sûriye fetih kirine, weke ku her tişt bi dest xistine, li Rojhilata Navîn qadeke mezin a serweriyê bi dest xistine, yanî bi vî rengî di desthilatdarî, medya û derdora wî de jiserxweçûnek heye. Lê belê ya rast ew nîne helbet. Niha Tirkiye di cewherê xwe de weke kerekî ber bi zeviya mayînan ve diçe ye. Planek hate kirin û ji bo pêkanîna vê planê, rol dan Tirkiyeyê. Di rastiyê de komployek li Tirkiyeyê hate kirin. Tirkiyeyê xwe vekişand nava vê komployê. Bi vî rengî bi karanîna Tirkiyeyê, bandora Îranê ya li Sûriyeyê şikandin. Îranê derbeyeke cidî xwar. Li Lubnanê jî jixwe derbeyeke mezin li Hîzbûllahê xistin. Bandora Îranê li wir jî şikandin. Li Sûriyeyê jî bi rêya Tirkiyeyê bandora Îranê şikandin. Tirkiye jî bi rengekî dilxwazî xwe yekser ji bo vê yekê avêt pêş û dixwaze valatiya ji ber Îranê mayî, dagire. Tirkiye dixwaze xwe li şûna Îranê bi cih bike. Bi vê armancê bi rengekî çavtarî bêyî ku pêşiya xwe bibîne û kûrahiya planê bibîne, ket nava vî karî. Got, wê li Sûriyeyê Îran bê tasfiyekirin û ez şûna bikevim şûna wî. Ez ê Sûriyeyê jî mîna pêvajoya Osmanî bikim eyaleta xwe. Jixwe niha nîqaşa vê yekê pir dikin. Tirkiye hesab dike ku Sûriye wê bibe qadeke ku jê sûd bigire, wê li ser Sûriyeyê hegemoniya xwe çêbike. Sed sal in Tirkiye û Îran li herêmê ji bo hegemoniyê di nava hevrikiyê de ne. Tirkiye geşedanên heyî weke firsend dibîne ku ji Îranê rizgar bibe û hegemoniya herêmê bi Îsraîlê re parve bike. Yanî niha Tirkiye bi temamî hewl dide Îranê li herêmê tasfiye bike, hegemoniya Îranê li herêmê bişikîne û bi Îsraîlê re hegemoniyayê parve bike. Di nava xeyal û hesreta vê yekê de ye. Di nava lêgerîn û hewldana vê yekê de ye. Lê belê Tirkiye divê vê yekê bizane ku Sûriyeyê bi Tirkiyeyê nadin xwarin. Ev daxwaza Tirkiyeyê, wê di qirika Tirkiyeyê de bimîne. Sûriye loqmeya mezin e. Vê loqmeyê bi Tirkiyeyê nadin xwarin. Eger Tirkiye hewl bide vê loqmeyê bi zorê bixwe, ev loqme wê di qirika wî de bimîne. Tirkiye wê bixeniqe. Yanî evqas hêsan nîne. Yanî Îsraîl li herêmê hegemoniya xwe bi Tirkiyeyê re parve nake. Hêzên hegemonîk ên navneteweyî jî nahêlin hegemoniya herêmê di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de were parvekirin. Niha ji bo Îsraîlê li herêmê bikin hêzeke sereke ya hegemonîk û Tirkiyeyê jî bixin bin xizmeta wê de, ji bo bi Tirkiyeyê hegemoniya Îranê ya li herêmê bê şikandin, piştre ji bo temamî bandora Tirkiyeyê jî bê şikandin û bixin bin xizmeta Îsraîlê, polîtîka û planek tê meşandin. Niha li Tirkiyeyê feraseteke bi zanebûn a mîna ku Tirkiye bi ser ketiye, tê meşandin. Ev yek bi zanebûn tê kirin. Îşte gotinên Trump ên ji bo Erdogan, bi rengê ‘zilamekî pir jêr û zîrek’ pesnê wî dayîn, ji bo pêşxistina vê ferasetê ye. Yanî weke ku Tirkiyeyê li herêmê serketinek mezin bi dest xistî, yanî yekane hêza bi ser ketî ye, yanî dema ku Trump vê dibêje li pişt xwe dizivire û henekê xwe li Tirkiyeyê dike. Îsraîl jî li pişt xwe dizivire û henekê xwe li Tirkiyeyê dike. Tirkiye niha xistine nava kemîneke mezin. Wê Tirkiyeyê bi kar bînin û piştre Tirkiyeyê bikêşin ser xeta ku bixwazin. Dema Tirkiyeyê li gorî vê gav avêt jî, wê hundirê Tirkiyeyê tevilhev bikin û di nav de her cure têkoşînê bimeşînin. Wê her cure lîstokê li ser Tirkiyeyê bilîzin. Niha ev desthilatdarî hewl dide civakê bixapîne, hêzên demokrasiyê, muxalefetê bixapîne û muxalefet jî bi vê yekê xapiyaye. Muxalefet hewl dide bibe parçeyekî vê yekê. Hema bêje dê bi desthilatdariyê re bikeve nava pêşbirkê. Wê biçe Şamê. Wê têkîliyan pêş bixe. Desthilat dixwaze civakê bi vî awayî bixapîne. Hêzên demokrasiyê bixapîne. Muxakefetê bixapîne. Muxalefet jî bi vê yekê xapiyaye, hewl dide bibe parçeyeke vê yekê. Hema maye dê desthilatê ve bikeve pêşbirkê. Wê biçe Şamê, dê xizmetên şaredariyê bike, têkiliyan xurt bike. Bi gotineke din şûna ku van polîtîkayên desthilatê rexne bike, polîtîkayeke aştiyane bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Tirkiyeyê re pêşniyarê desthilatê bike, polîtîkayeke lihevker pêşniyar bike, bereksî wê hema bêje piştgiriya polîtîkayên heyî yên desthilatê dike û ji bo ku bibe parçeyeke wê hema bêje can diavêje. Koratiyeke wiha jî heye. Loma, di rewşa heyî de, Tirkiyeke yek ji wan aliyan e ku windahiyeke mezin bi dest xist. Serkeftiyê vê pêvajoyê, hêzên kapîtalîst û hegamonîk in; Amerîka, Îngîltere, Îsraîl. Ji vî aliyî ve, Tirkiye vê yekê nabîne. Jixwe bi salan e hemû polîtîkayên xwe dispêre qirkirina Kurdan, ji bo ku Kurdan qir bike dikare her tiştî bike. Yanî gelek avaniyên kontra di bi navê Artêşa Netewî ya Sûriyeyê de ava kirine, gelek çete û tevahî jêmayên DAIŞ'ê li hev kom kirine. bi rastî jî ev hêza jê re dibêjin SMO DAIŞ bi xwe ye. Berê van dide Kurdan, ji aliyê din ve hewl dide HTŞ jî di pozîsyoneke nêzî vê de tevbigere. Bi vî awayî timî bi Şamê re di nav têkiliyê de ye. Lingekî wê li Şamê ye, lingekî wê li Washingtonê ye, li Londrayê ye. Hewl dide piştgiriya van hemû hêzan bike. Hewl dide pergala xweser ya li wir belawela bike û li dijî gelê Kurd û gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê qirkirinê pêk bîne. Li gor wê, dê bi van polîtîkayan bibe hakimê Sûriyeyê, dê li herêmê hegamonyaya xwe ava bike, wê bi Îsraîlê re li herêmê hegamonyayê parve bike. Li gor wê, ew ê bi awayî berjewendiyên xwe mîsoger bike. Yanî ev xwexapandineke mezin e. Tirkiye niha di rewşa heyî de polîtîkayeke bitalûke, xelet, derveyî rastî û mantiqê bi rê ve dibe. Ev yek li ser navê Tirkiyeyê dê rê li ber windakirineke mezin veke. Jixwe di rewşa heyî de aliyê têkçûyî ye, ev tişteke eşkere ye. 

We anî ziman ku dewleta Tirk ji bo ku Şoreşa Rojavayê tasvîye bike ketiye liv û tevgerê, êrîşên xwe ji bo vê yekê zêdetir kirine. Li hember van êrîşên dijwar, mirov dikare berxwedana siyasî, civakî, dîplomatîk û leşkerî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê çawa binirxîne?

Bêguman berxwedaneke bêhempa heye. Ez hemû şervanên YPG, YPJ û QSD'ê yên ku di vê berxwedanê de şehîd ketine, gelê me yê welatparêz bi rêz, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînim,  şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim ku gelek kes di vî şerî de birîndar jî bûn. Û berxwedan bi wurşedariyeke mezin didome. Bi rastî gelê me li her derî, ji bo şer û berxwedanê bû seferber. Li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşger li ber xwe dide. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe dide û ev têra xwe watedar e. Di nav refên QSSD'ê de cih girtin û çeperên şer jî tê de li her derî di nav berxwedaneke mezin de ne. Ji xwe ya ku li gelên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî tê ev e. Hebûn û azadiya xwe encak dikarin bi berxwedanê pêk bînin û mîsoger bikin. Ji bilî vê tu rê nîne. Bi rastî jî tekane rê berxwedan e. Em dikarin bi berxwedanê hebûnû azadiya xwe pêk bînin. Mînaka herî şênber ya vê yekê jî, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavan e. Ji heft salî heta heftê salî herkes seferber bûye. Ez vê vîna berxwedanê ya gelê me jî helwesta wê ya berxwedanê jî pîroz û silav dikim. Heta tu bêjî biqîmet û hêja ye. Divê vê berxwedanê bi awayê herî hêzdar bidomînin. Bi mezinkirin û hêzdarkirinê divê bidomînin. Helbet di serî de gelê me yê Bakurê Kurdistanê, gelê me yê parçeyên din ên Kurdistanê, gelê me yê li dîasporayê û hemû pêkhateyên demokratîk divê hêzê bidin vê berxwedanê û li ber milê vê berxwedanê cih bigirin. Divê beşdariyeke mezin nîşanî vê berxwedanê bidin. Di vê wateyê de li Bakurê Kurdistanê jî xwedîlêderketineke mezin heye, li Nisêbînê û Pirsûsê çalakiyên 'Rojavayê biparêze' li dar in. Bi sedan û hezaran însan beşdarî van çalakiyên parastinê dibin. Ev yek ji şanzdeh rojan zêdetir e li hin navendan didome. Her wiha çalakiyên din ên bi vî awayî çêbûn, daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Loma gelê Bakurê Kurdistanê , hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li metropolên Tirkiyeyê helwesta xwedîlêderketina Rojava, beşdariya berxwedanê û piştgirîdayîna Rojavayê nîşan da. Ev gelek watedar e. Ez vê berxwedan û helwesta gelê Bakurê Kurdistanê jî pîroz û silav dikim. Lê belê ev têrê nake. Divê bihêztir be. Ne bi sedan an jî hezaran kes, divê bi deh hezaran, sed hezaran kes beşdarî açlakiyên parastina Rojava bibin. Divê li ser hemû xetên sînor, bi sed hezaran însanan çalakiyên parastina Rojavayê bên lidarxistin, divê li her derî berxwedan hebe û gelê ji heft salî heta heftê salî rabe ser piyan. Ya ku divê bihêztir biparêze jî gelê Bakurê Kurdistanê ye. Bi rastî jî li Rojava, heger Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê hebûn û azadiya xwe pêk neyne, li Bakurê Kurdistanê jî dê bingeha çareseriya demokratîk ava nebe. Di vê rewşê de jî şert û merc bi hev re girêdayîna. Her wiha heger li Bakurê Kurdistanê bingeha çareseriya demokratîk neyê danîn, ne mimkin e Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava hebûn û azadiya xwe bidomîne. Yanî êdî pirsgirêka Kurd bûye yek, ji hev nayê veqetandin an jî cudakirin. Loma li çar parçeyê Kurdistanê, xwedîlêderketina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şoreşa rojavayê, xwedîlêderketina hebûn û azadiya gelê me bi xwe ye. Divê ev wiha bê nazîn. Loma di serî de Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, divê gelê me ji heft salî heta heftê salî, bi hezar, deh hezar sed hezar û bi milyonan kes timî li qadan bin; Şoreşa rojavayê biparêzin, li ber milê berxwedana li Rojava cih bigire, bibe parçeyeke vê berxwedanê. Ev gelek giring e. Ez dubare di vê wateyê de, bi wesîleya vê bernameyê jî li ser vê bingehê bangî hemû gelê me, dostên me, hemû pêkhateyên demokratîk, hemû jinan -ku Şoreşa Rojavayê şoreşeke jinan e, pergaleke li di dor xeta jinê ye, kedeka mezin  jinan jî tê de heye, jinan berdêlên giran dan- dikim ku ji bo azadiya jinan jî hebûn û pêşeroja vê şoreşê gelek muhîm e. Divê hemû jin, ne tenê jinên Kurd xwedî li vê şoreşê derkevin. ev gelek giring e. Ji bo ciwanan û hemû pêkhateyên ekolojîk ev giring e. Ez dixwazim vê bi taybet diyar bikim. Tabî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, esasen bi tevahî li Sûriyeyê jî perspektîfa çareseriyê datîne holê. Rêja çareseriyê nîşan dide. Yanî li Sûriyeyê dikare çareseriyeke çawa pêk were? Sûriye çawa dikare ji vê pêvajoya tarî derkeve? Bi rastî jî li ser binega biratiya gelan û yekîtiya demokratîk a gelan Komara Demokratîk a Sûriyeyê çawa dikare were avakirin? Rojava mînaka herî xurt û baş a vê yekê ye. Divê Sûriye li ser bingeha Hêrêmên Xweser û Demokratîk, Pergala Makezagona Demokratîk pêş bikeve. Pergal û çareseriyeke wiha, dê rê li ber pevçûnên mezhebî jî bigire, dê rê li ber pevçûnên dînî jî bigire, dê rê li ber pevçûnên etnîk û nijadî jî bigire. Bi rastî jî ji bo demokratîzebûna herêm û gelan, ji bo ku bi biratî bi hev re bijîn, roleke bingehîn lîst. Di rewşa heyî de Kurd pêşengiya vê yekê dikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya vê dikin. Pratîka vê yekê nîşan didin. Di vê wateyê de berjewendiyên Tirkiyeyê jî ji vir derbas dibin. Yanî berjewendiya Tirkiyeyê ji lihevkirina bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbas dibe. Heger bi rastî jî Tirkiye xwedî aqilê dewletbûnê yê rasyonel be, dê lihevkirina bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re esas bigire, dê li Bakurê Kurdistanê çareseriya demokratîk esas bigire. Dê bi hemû kurdan re çareseriya demokratîk û aşîtiyane esas bigire. Dê muzakereya bi Rêber Apo re esas bigire. Ev dê Tirkiyeyê li herêmê bike hêzeke mezin. Yanî heger Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê bibe hêzeke bibandor û mezin, li tevahiya Rojhilata Navîn bibe hêzeke bibandor, nexwe divê Tirkiye bi Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê re li hev bike. Divê polîtîkayeke lihevker û aşîtiyane bişopîne. Ez dê Tirkiyeyê bike hêz. Loma, bi rastî jî li ser esasê çareseriya demokratîk, divê nêzî pirsgirêkan bibe û li ser wê bingehê çareseriyê pêş bixe. Yanî li Sûriyeyê jî çareserî encax bi vî awayî pêkan e. Bereksî wê, dê Sûriye bibe qada pevçûnan. Jixwe ji niha ve dest pê kiriye. Niha li dijî Elewî û Durziyan qirkirineke mezin heye. Jixwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke qirkirinê heye. Yanî ji niha ve nakokiyên mezhebî, nakokiyên olî her ku diçe dijwartir dibin. Yanî, pergala dewleta Rûsî ya yekperest, faşîst û zordest tenê rê li ber pevçûnan vedikin. Pevçûnên etnîk, mezhebî, dînî bi xwe re tîne. Ev dê rê li ber windahiyên mezin veke. Êdî bi rastî jî gelên herêmê, jixwe ev pergalên yekperest û faşîst ên Rûsî ne li gor herêmê bûn. Yanî ev du sed sal e, Esad li herêmê li dar bû. Me dît yanî, me tecribe kir. Herêm ji şer û pevçûnan xilas nebû. Heger dê netewdewletên di warê demokrasî û xwerêveberiyên demokratîk û xweser hesas li herêmê werin damezirandin, divê avaniyên netew dewletan li ser vê esasê bên nûjenkirin. Divê li swer paradîgmeyeke nû bûn avakirin. Bi awayê din bi rastî jî niha rewşa Sûriyeyê li ber çavan e. Diyar her ku diçe wê rewş xirabtir bibe. Rast e bandora Îranê li Sûriyeyê şikandin, lê divê mirov Îranê wisa sivik nebîne. Îran wisa bi hêsanî ne Lubnanê dihêle ne Sûriyeyê dihêle ne Îraqê dihêle. Her kes dê hêza xwe jinûve bi awayekî li gort şert û mercên nû bi awayekî hewla xwerêxistinkirinê dide, hewla xweorganîzekirinê dide. Yanî her ku diçe rewş ber bi pêvajoyeke talûketir ve diçe. Tekane tiîta ku dikare rê li ber vê yekê bigire jî îrade û rêya çareseriyê ye Rêber Apo daniye holê. Di vê hevdîtina dawî de jî ev îradeya çareseriyê perspektîfa çareseriyê bi awayekî gelek xurt danî holê. Ev yek têra xwe giring û hêja ye, bi rastî jî nirxandinên gelek giring in ku Rêber Apo pêş xistine. 

Mijareke din a derbarê herêmê de ku em dixwazin balê bikişînin ser ew e ku piştî 7'ê Cotmeha 2023'an ku Şerê Xezeyê dest pê kir, herî dawî bi geşedanên li Sûriyeyê derbeyên giran li molayên Îranê xistin. Piştî van geşedanên li Sûriyeyê bala her kesî li Iraqê ye ku yek ji qadên din ên berxwedanê ye. Tê gotin ku li Iraqê jî geşedanên wekî yên li Sûriyeyê diqewimin.  Bi gotineke din behsa liv û tevgerên Tirkiyeyê yên li Iraqê tên kirin. Em dikarin bibêjin ji bo Iraqê jî talûkeyeke wekî ya li Sûriyeyê tê hêvîkirin? Em dikarin ji bo Iraê bibêjin dora wê jî nêzîk dibe? 

Niha Tirkiye li Iraqê jî polîtîkayeke emperyal, neo-osmanî bi rê ve dibe. Polîtîkayên xwe yên weke li Sûriyeyê li Ireaqê jî bi salan e dimeşîne. Hewl dide li Iraqê xwe bigihîne armancên xwe yên Mîsakî Mîllî. Hewl dide bi rêya vê yekê li ser Iraqê serweriya hegemonya xwe pêk bîne. Peymana dawî ya bi Iraqê re kir ku jê re mutabaqat jî dibêjin, naveroka wê bi temamî tê vê wateyê. ÊrîŞên dagirkeriyê, êrîşên îlhaqê jî bi vê armancê dikin. Li Iraqê bi taybetî salên dawî gelekî zêde xwe bi rêxistin dike. Ji aliyê leşkerî, aborî ve xwe bi rêxistin dike, hewl dide bandora xwe ya siyasî zêde bike. Tirkmenên nêzî xwe bi rêxistin dike. Ji Ocaxên Osmanî, ji Neteweperestan gelek kes bir wê derê. Hêza çekdarî ava kir. Li Kerkûk, Mûsil û Tilaferê hewldanên xwe yên bi vî rengî hene. Başîka kiriye navenda vê yekê. Li aliyê din ji aliyê aborî ve jî Iraq tengav bûye. Hewl dide bazara aboriyê ya Iraqê bi temamî bi dest bixe. Bi salan avê weke amûrekê li dijî Iraqê bi kar tîne. Hewl dide Iraqê li ser vê bingehê teslîm bigire. Avê weke şantajekê bi kar tîne û hewl dide tawîzan ji Iraqê werbigire. Polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne. Û bi vî rengî li gorî xwe bi nirxandina hewl dide hin encaman werbigire. Bi destûra Iraqê jî, bi rewakirina êrîşên îlhaqê yên dewleta Tirk ji aliyê Iraqê re, li hin deveran baregehên leşkerî ava kir. Niha hewl dide wan baregehan xurt bike. Lez daye polîtîkaya xwe ya Mîsakî Mîlî. Hewl dide vê armanca xwe pêk bîne. Hewl dide li ser Iraqê jî serwerî û hegemonya xwe ava bike. Ev karên xwe zêde kiriye. Mutabaqat jî parçeyek ji vê bû. Projeya Rêya Pêşvebirinê jî weke parçeyek ji vê yekê nirxand. Lewma me got, ev proje xefik e, divê nekeve xefikê. Di vê mijarê de me bang li Iraqê kiribû, hişyarî dabû. Ji ber ku armanc avakirina hegemonyayê li Iraqê ye. Armanc xwegihandina hedefên Mîsakî Mîlî û avakirina serweriyê li ser Iraqê ye.
Niha gav bi gav hewl da vê rêyê ji bo xwe biafirînin. Kiryarên xwe yên li Sûriyeyê, têkiliyên xwe yên li Iraqê, nîqaşên xwe, gelek arguman û gotinên xwe yên têkildarî Iraqê deşîfre bûn, eşkere bûn, maskeya li ber rûyê wan kete xwarê. Niha hewl dide her kesî bixapîne, li nava Iraqê û derveyî wê jî her kesî dît ku dewleta Tirk bi armanca avakirina hegemonyayê û polîtîkayên neo Osmanî tevdigere, dagirker e.
Ji ber ku Tirkiye gav bi gav nava Iraqê hîn bêhtir tevlîhev dike. Hem bi vê rêbaza rêxistiniyê hem jî DAÎŞ'ê li nava Iraqê bi rêxistin dike. Hewl dide DAÎŞ'ê bixe nava liv û tevgerê. Li gorî hewl dide aliyên Şîa berde hev. Hewl dide li Iraqê şerê mezhebî sor bike. Hewl dide şerê Sûnî-Şîa sor bike. Ji bo li Iraqê bandora Îranê ji holê rake Tirkiye serkêşiyê dike. Bi hêzên navneteweyî re çawa ku li Sûriyeyê serkêşî kir, niha jî li Iraqê bi heman rengî bi serkêşiyê radibe.

Bi qasî ku me şopand, li Iraqê jî gelek derdor êdî bi vê yekê dihesin. Bêguman di gelek tiştan de hîn ne dereng e, di gelek tiştan de jî dereng man. Iraqê şaşitiyên mezin kir. Iraq bi rastî jî kete xefika Tİrkiyeyê. Ew mutabaqata bi Tirkiyeyê re kir gelekî şaş bû. Wê zerarên gelekî mezin da Iraqê. Iraqê bi vî rengî li lingê xwe xist. Tevlîkirina PKK'ê li lîsteya rêxistinên qedexekirî zerareke mezin da Iraqê. Gelekî şaş bû. Jİ bo berjewendiyên Tirkiyeyê xebitî, ji bo hesabên wan xebitî.
Rewakirina dagirkerî û îlhaqa Tirkiyeyê zerareke gelekî mezin da Iraqê. Gelekî girîng e ku Iraq ji vê rewşê encaman werbigire. Di asta heyî de divê Iraq mutabaqata bi Tirkiyeyê re kiriye betal bike. Divê PKK'ê ji lîsteya qedexeyê derxîne. Li hemberî van polîtîkayên îlhaq û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê helwestê nîşan bide. Divê Tirkiye ji Iraqê, ji Kurdistanê bê derxistin. Ji bo vê jî divê siyaseteke cidî bimeşîne. Divê Iraq karibe vê îradeyê nîşan bide. Naxwe wê xwe bike amûrek ji polîtîkayên îlhaq, dagirkerî û neo Osmanî yên Tirkiyeyê. Divê teqez dest ji vê berde. Me ev yek her tim got, pêwîstî pê dît ku careke din dubare bikin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke gelekî mezin hate kirin. Polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê yên dewleta Tirk derbeke mezin xwarin. Artêşa Tirk xitimî. Derbeke mezin xwar. Bi rastî jî polîtîkayên Mîsakî Mîlî yên dewleta Tirk xitimî. Di rewşa heyî de gerîla li hemberî vê yekê bûye bend, astengiyeke cidî. Lewma li her devera ku çû wê derê, asê ma, çikiya. Li deverekê asê ma. Rewşa li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vî rengî ye. Bêguman hevrêyan berxwedaneke gelekî mezin nîşan dan. Şehadetên mezin qewimîn. Ez hevrêyên şehîd bûne hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet careke din bi bîr tînim.

Berxwedan hîn jî dewam dike. Li her derê şer heye. Êrîş bi giranî dewam dikin. Berxwedaneke mezin heye. Vê berxwedanê silav dikim. Dewleta Tirk heta niha nekarî encamê bi dest bixe. Di sala 2025'an de jî wê nikaribe encamê bi dest bixe. Ev berxwedan wê mezin û berfireh bibe. Ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Êdî li ser bingeha doktrîna xweparastinê ya nû, doktrîna şer wê li Bakurê Kurdistanê jî doktrîna xweparastinê ya nû bikeve pratîkê. Di pêvajoya bê de bi taybetî sala 2025'an em ê bi xurtî bibînin ku ev yek ketiye pratîkê. Ev doktrîna şer û xweparatinê ya nû wê encamên xwe nîşan bide. Lewma ez di wê baweriyê de me ku li Bakurê Kurdistanê jî di sala 2025'an de şerê xweparastinê yê mezin, şerê gel ê şoreşgerî wê bê meşandin. Ev yek jî wê bi xwe re pêşketinên cidî biafirîne.

Bi heman rengî li çar parçeyên Kurdistanê jî wê têkoşîna azadiyê mezin û xurt bibe. Li ser vê bingehê sala 2024'an çawa ku bi berxwedaneke mezin derbas bû, sala 2025'an jî ev têkoşîn wê qat bi qat mezin bibe û bi berxwedan û têkoşîneke xurt derbas bibe.

Di meha Kanûnê de gelek şehadet çêbûn, komkujiyên mezin hatin kirin, di heman demê de meheke welê ye ku berxwedaneke mezin hate kirin. Di nava vê mehê de Komkujiya Mereşê hate kirin. Gelek mirovên me di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Hemûyan bi hurmeteke mezin bi bîr tînim.
Her wiha Komkujiya Roboskî hate kirin. Li Roboskiyê bombe li ciwanên Kurd hate barandin. 34 mirovên me jiyana xwe dest ji dan, bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Wan jî bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Di sala 2001'ê de operasyon li hemberî zindanan hate kirin, êrîş hate kirin. Gelek mirovên şoreşger, demokrat jiyana xwe ji dest dan. Hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Di 23'ê Kanûnê de li navenda Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Bi xwînxwarî, bi hovane... MÎT a Tirk ev yek kir. Bêguman îstîxbarata Fransayê jî piştgirî da. Fransa bû hevkarê vê yekê. Me ev yek weke komkujiya Parîsê ya duyemîn pênase kir.
Di komkujiya Parîsê ya yekemîn de heval Sakîne, ronahî û Rojbîn bi hovane hatin qetilkirin li Parîsê. Van hevrêyan hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
Bêguman di nava vê mehê de şehadetên mezin ên gerîla jî çêbûn. Me fermandarên mezin ên gerîla şehîd dan. Heval Adil, heval Gulbahar şehîd bûn. Li eyaleta Dersimê fermandarê xweparastinê Azîz Dersim li gel 6 hevalan di 31'ê Kanûna 2011'an de li Dersimê di şer de şehîd bû. Van hevrêyan hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Dibêjim, em ê dilsozê bîranîna wan bin, vê têkoşînê teqez bi ser bixînin.

Bi rastî jî bû mehek ji têkoşîn û berxwedaneke mezin. Bi taybetî berxwedana li Rojava bû parçeyekî girîng ê vê yekê. Di meha Kanûnê de şehadetên mezin çêbûn. Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan dengê bilind ê vê heqîqetê bûn. Van rojnamevanan, nûnerên heqîqetê, mirovên hêja jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan şervanên QSD, YPG û YPJ'ê, ji gelê me yê welatparêz, ji gelên me mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Dilsoziya bi bîranîna wan re tenê bi serxistina têkoşînê dibe. Bi serketinê dibe. Dikarim soza vê bidim. Em ê dilsozê bîranîna wan bin, têkoşîna azadiyê teqez bi ser bixînin. Soza vê yekê didim gelê me, şehîdên me yên hêja.