Hollanda: Propagandaya Erdogan ji bo pergala civakî gef e
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rurtte, pitşî ku hate ragihandin 24’ê Hezîranê li Tirkiyê wê hilbijartin bibin got ew ê nehêlin Erdogan û AKP’yî li Hollandayê kampanyaya hilibijartinê bikin.
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rurtte, pitşî ku hate ragihandin 24’ê Hezîranê li Tirkiyê wê hilbijartin bibin got ew ê nehêlin Erdogan û AKP’yî li Hollandayê kampanyaya hilibijartinê bikin.
Serokwezîrê Hollandayê Rutte ji bo daxwaza siyasetmedarên Tirk ên ji bo kampanyayê got, ‘’ev rewş nayê xwestin’’.
Rutte Înê di civîna desteya wezîran de bersiv da pirsan û got, çawa ku beriya referanûma Nîsana 20172an nehitişbûn ku endamên hikûmeta Tirk kampanyaya hilbijartinê bikin, ji bo 24’ê Hezîranê jî ew naxwazin endamên hikûmeta Tirk li Hollandayê bibînin.
Rutte diyar kir ku weke ya Adara 2017’an ev ê jî pergala cameweriyê xira bike û ew bi vê rê li ber wê digirin ku zext li ser hilbijêrên Tirk ên Hollandayê were kirin. Rutte got ‘’em naxwazin ji der ve kêşeyan bînin nav xwe.’’
Rutte diyar kir ku ew ji rewşa Tirkiyê bitirs in û got, ‘’Tirkiye li ser mijara pêşketinên demokratîk di rêyeke şaş de ye.’’