Sûriye tam ket nav pêvajoyeke parçebûn û hilweşînê. Hilweşîna dewlet û desthilatdariyê niha pêk tê, ku di tevahiya şerê navxweyî de pêk nehatibû. Tirkiye ji destpêkê ve ji bo hilweşîna Sûriyeyê û ji bo ku ber bi şerekî hundir ê bixwîn ve bibe, rola sereke lîst. Pêşengî ji vî karî re kir. DAÎŞ û El Nusra jî di nav de, bi hemû hêzan re tifaq çêkir û sînorên xwe bi van derbas kir. Hem dixwestin tevilheviyê çêkin, hem jî dixwestin nehêlin Kurd ji derfetên heyî sûd werbigirin. Ev polîtîka bûn sedemê hilweşîneke mezin û windahiya can, bûn sedem ku bi milyonan kes ji cihên xwe bibin.
Pêvajoya Astanayê jî di nav de, Tirkiyeyê bi gotina “Em alîgirê desthilatdariya Sûriyeyê û yekbûna xaka wê ne”, zemînê hilweşandin û parçekirina Sûriyeyê amade kir. Kesên alîgirê yekîtî û desthilatdariya Sûriyeyê, naçin ber piyê rêxistinên cuda yên mîna Artêşa Millî ya Sûriyeyê û ‘Hikûmeta Derbasdar a Sûriyeyê’. Bi deh hezaran hêzên çekdar, li dora xwe kom nake û xaka Sûriyeyê dagir nake. Tirkiyeyê hem herêmeke girîng dagir kir hem jî çeteyên biçek ên di destê xwe de, perwerde kir.
Erdogan derfetên endamtiya xwe ya NATO’yê, heta dawiyê bi kar anî. Li aliyekê hewl da xwe bispêre Rûsyayê, li aliyê din jî NATO’yê. Di herêmî de bi hêzên mîna DAÎŞ û El Nusrayê re hevkarî kir û çeteyên bermahiyên van jî li dora xwe kom kir. Ti qanûn û quraleke exlaqî nas nekir. Tişta bi serê Kurdên Efrînî hatî, mînaka vê ya herî baş e. Ev çete berdan ser gel. Ti xirabî neman ku nekirin û ev li dijî Kurdan bû xetek. Li cihên dagirkirî û cihên ku çete lê ne, êdî Kurdan nekarîn bijîn. Mal û xaka gel hate desteserkirin, kesên ji derve anîne û çeteyan ev desteser kirin.
Mînaka vê ya herî dawî jî li Til Rifat û Şehbayê hate jiyîn. Bi El Nusra û hêzên din re bi rengekî koordîneyî êrîşî artêşa Sûriyeyê kir. Li cihên mîna Helebê ku artêşê xwe jê vekişandiye, ev hêz ketinê. Lê çeteyên rasterast girêdayî Tirkiyeyê jî, berê xwe dan Şehba û Til Rifatê ku Kurd lê dijîn. Ev herêm hatin dorpêçkirin û pevçûnên giran qewimîn. Ji bo gel ji komkujiyan bê parastin, biryara vekişînê hate dayîn. Tenê hêzên leşkerî xwe venekişandin, gel jî bi temamî ji wir derket. Car din hate dîtin û îspatkirin ku li cihên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê lê ye, mafê jiyanê ji Kurdan re nîne.
Dewleta Tirk û çeteyên wê, niha bi gotina “Kurd wê li Helebê jiyan nekin” zextê li El Nusrayê dikin. Li Helebê li taxên Kurdan, bi sed hezaran Kurd hene. Bi sed salane li vir bi cih bûne. Êdî bûne parçeyê jiyan û çandeke sereke ya bajêr. Ji ber ferzkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê û dorpêçkirina wan deran, jiyana bi sed hezaran kesan di bin metirsiyê de ye.
Êdî tê zanîn ku ev êrîş xwe dispêrin amadekariyên bi salan, rêxistinbûn û koordîneya dewleta Tirk. Êdî aliyekî wê yê ku were veşartin, nemaye. Derdorên fermî yên Tirk jî dibêjin, “Til Rifat û Minbic wê ji me re hatiban hiştin, lê ev nehat kirin.” Ew bi xwe li xwe mikur tên ku di Astana û hevdîtinên din de Sûriye çawa kirine mijara bazarê û ji bo tunekirina rêveberiya xweser jî, ketine hewla ferzkirinê. Bi gotina, “em li gorî berpirsyariyên xwe tevgeriyan, ewane tevnegeriyan” Îran û Rûsyayê sûcdar dikin. Lê belê di nava berpirsyariyên wan de, bêçekkirina hêzên li Îdlibê hebû. Tirkiyeyê tespîta vê yekê kir, ew hîn zêdetir bi çek kirin û perwerde kir.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi gotina “Îsraîl wê êrîşî me bike, Tirkiye di metirsiyê de ye, nexşe wê bên guhertin” civaka xwe tirsand, zihnê mirovan filû kir û bi vî rengî hewl da rojevê çêbike. Di encamê de li gorî stratejiya Îsraîl û DYE’yê, bû rêveberiya herî aktîf a ku beşdarî hilweşîn û parçebûna Sûriyeyê bûyî. Îsraîlê bi eşkere gotibû, wê li Rojhilata Navîn sînor bên guhertin. Tirkiye bû hêza herî li pêş a ku beşdarî vê lîstokê bûyî. Siberoja Sûriyeyê, bi temamî di metirsiyê de ye. Ti kes tam nikare texmîn bike ka wê çi bibe. Gelek hevdîtin û nirxandin tên kirin. Texmîn dikarin bên kirin, lê yên ku van biryaran digirin û koordîne dikin, serkêşê van bûyeran e. Di rêjeyeke mezin de wê ji armancên xwe dûr nekevin û bimeşin.
Tirkiye niha giraniyê dide Minbicê. Hesab dike ku eger vir bigire, wê demarên jiyanê yên Rêveberiya Xweser di asteke girîng de qut bike. Kesên li ser navê dewletê diaxivin wiha dibêjin, “Minbic xwedî çavkaniyên av û enerjiyê ye û navendeke girîng a bazarê ye.” Eger ev der jî bên girtin, di esasê xwe de Kurd wê ji rojavayê Firatê bên tunekirin. Di rastiyê de di Bernameya Şark Islahat de jî, destpêkê biryar hatibû dayîn ku li rojavayê Firatê Kurdan bikin Tirk. Ev yek bi temamî bi şêwazê tunekirina Kurdan, li dervey sînor tê pêkanîn.
Tirkiye heta ku Rêveberiya Xweser tune neke, nasekine. Divê her kes vê rastiyê bizane û li gorî vê tevbigere. Divê mirov operasyon û lîstikên xapandinê, li aliyekê bihêlin. Bersiva pratîkî ya gotinên “Kurd-Tirk xwişk û bira ne”, li cîhanê tunekirina Kurdan e! Gelo yên ku dibêjin xwişk û biratî, ma wê şaredariyên gel desteser bikin, wê bi rengekî bêsînor dijminatiya Kurdan bikin?
Bila cîhan jî vê yekê bizane, şerê li dijî DAÎŞ’ê hatî meşandin û hemû destkeftiyên heyî vale diçin. Tirkiye û El Nusra deriyên girtîgehan vedikin û DAÎŞ’iyan berdidin derve. Valetiya ku rejîmê hiştî, li gelek herêman DAÎŞ tejî dike. DAÎŞ car din ber bi meydanê ve tê dehfdan.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka