Hilbijartinên li Elmanyayê wê bandorê li planên Macron bike

Bandora kêmkirina dengan a CDU dewam dike. Ev hilbijartin, ji bo Serokkomarê Fransayê Macron ku ji bo polîtîkayên Ewropayê xwedî gelek armancan e, wê bibe destpêka pêvajoyeke zehmet.

Di hilbijaritnên giştî yên federal ên Elmanyayê de partiyên CDU/CSU yên desthilatdar, bi 8,6 pûanan kêm kirin û daketin rêjeya 33 ji sedî.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a hevparê desthilatdariyê, bi rêjeya 20.5'an daketibû asta herî nebaş a rêjeya piştî sala 1949'an.

Rêjeya 12,6 ji sedî yê partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ku partiyeke tund a rastgir e û bi nêrînên xwe yên li dijî Yekîtiya Ewropayê (YE) tê naskirin, bû encama herî bi nîqaş a hilbijartinê. Li gel bandora encamên hilbijartinê li siyaseta navxweyî ya Elmanyayê, wê bandoreke mezin li siyaseta Ewropayê jî bike.

GELO 'KABÛS'A MACRON BI CIH TÊ?

Hilbijartinên Elmanyayê wê ji bo Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bixe nav rewşeke zehmet, ku bi gotinên xwe yên alîgiriya Yekîtiya Ewropayê bi 66 ji sedî bû desthilatdar.

Di nava armancên Macron de pêkanîna reformên cidî yên li Herêma Euro jî hebûn. Di nava plana ji 10 xalan a  Macron de ku duh li Parîsê bi berfirehî eşkere kir, ya herî balkêş avakirina Wezareta Maliyeyê ya Herêma Euro ye. Eger ev wezaret bê avkairin wê welatên endam li gorî hatiya xwe ya milî tevkariyê lê bike. Û tê texmînkirin ku ev pere wê bigiheje bi sed mîlyaran Euroyî.

Bi vî rengî wê Herêma Euro bibe xwedî budçeyekê ku dema pêwîstî pê çêbû ji bo welatên endam bi kar bîne.

FDP A KU ALÎGIRÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ, EW JÎ NAXWAZE

Ya ku karê Macron zehmet dike, hevsengiyên nû yên li Elmanyayê ne. Piştî ku encamên hilbijartinê eşkere bûn, SPD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê derbasî mûxalefetê bibe.

Bi vî rengî tenê 'Koalîsyona Jamaîka' li peşiya Merkel ma, ku ev yek ji ji CDU/CSU û Partiya Demokratên Lîberal (FDP) û Partiya Keskan pêk tê.

Tê texmînkirin ku Partiya Keskan piştgiriyê bide polîtîkayên Macron ên li ser Yekîtiya Ewropayê. Serokê Giştî yê Partiya FDP'ê Chrîstîan Lîndner roja Yekşemê ji ARD'ê re axivî û bersiva 'na' di vê derbarê de da. Lîndner destnîşan kir ku ew nêrîna avkairina Wezareta Maliyeyê ya Herêma Euro napejirîne.

HELWESTA CSU Û AfD PIRSGIRÊKEKE GIRÎNG E

Ji bo reformên ku Macron dixwaze li herêma Euro bike, astengiyeke din jî hebûna partiya CSU û AfD'ê ye.

CSU, ku bi bandora AfD gotinên xwe yên mûxafazakar ên salên dawî tund kir, li gorî Angela Merkel 'li dijî Yekîtiya Ewropayê' ye. Tê texmînkirin ku CSU wê li dijî planên Macron ên li ser Herêma Euro derkeve.