Hilbijartina herî giran a Meksîkayê

Roja Yekşemê wê li Meksîkayê hilbijartinên parlamentê, senato û serokatiyê bên kirin. Kampanya hilbijartinê bi zext, zordarî û kuştinê dewam dike.

Hilbijêrên li Meksîkayê, ji bo hilbijartina Meclîsa Nûneran a ji 500 kesî, Senatoya ji 128 kesî û serokdewletê nû, wê dengê xwe bidin.

Meksîka ku nifûsa xwe 135 milyon e, par 25 hezar kes hatibûn kuştin. Bûyerên kuştinê îsal di kampanya hilbijartinê de jî kete rojevê.

HERÎ KÊM 133 SIYASETMEDAR HATIN KUŞTIN

Li gorî daneyên saziya bi navê Etellekt, di kampanya hilbijartinê de herî kêm 133 siyasetmedar hatine kuştin. 20 ji kesên hatin kuştin di hilbijartinê de namzet bûn. Herî kêm 28 kes jî di pêşhilbijartinê de namzet bûn.

Dîrektorê Giştî yê Etellektê Rûben Salazar got, êrîş bi giranî li dijî hilbijartiyên herêmî û namzetan hatine kirin û got, li qada herêmî, jiyana siyasetmedaran ewle nîne. Salazar ji Radîo Formûla re axivî û diyar kir, hilbijartina bê kirin hilbijartina herî giran û bi xwîna dîroka Meksîkayê ye.