Hikûmeta Spanyayê ji bo hejaran dahata herî kêm diyar dike

Hikûmeta Spanyayê ji bo derdorên herî hejar wê dahata herî kêm a jiyanê diyar bike.

Tê payin ku hikûmeta Spanyayê ji bo derdorên hejar plana 'dahata herî kêm a jiyanê' bide dengdan.

Plansaziya nû Sêşemê yan  Înê li Lijneya Wezaretê were qebûlkirin.

Ji bo dahata herî kêm a jiyanê 3 milyar Euro wê were terxankirin. Heqdest û hijmara zarokan dema dane vê dahatê wê were hesibandin.

Li Spanyayê ji bo kesekî mehê 370 Euro û ji bo malbateke du zarokî 740 Euro weke sînorê hejariya herî zêde tê hesibandin.