Hikûmeta Merkel peymana firotina çekan bi xwe îxlal kir

Derket holê hikûmeta Elman a tevî peymana ‘nefirotina çekan a welatên di nava Şerê Yemenê de cih digirin’ ên li nava peymana koalîsyonê de cih digire, firotina çekan a ji bo Siûdî Erebîstan, Urdun û YEE’yê erê kir.

 Li gorî nûçeya di Kovara Der Spîegelê, pêşnûmeyeke ya firotina çekan a rêjeyek zêde ya ji bo Siûdî Erebîstan û Yekîtiya Emîrtiyên Ereban ji aliyê Wezareta Aborî a ji firotina çekan berpirs e, li hev kirine.

Di nûçeyê de cih ji bo endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (CDÛ) Wezîrê Aboriyê Peter Altmeîer pêşnûme lîsteyeke ya firotina çekan a ji bo 3 welatên cih di şerê navxweyî yê Yemenê de cih digirin, ji bo Melîsa Federal şandiye.

Li gorî nûçeyê ji bo Sîûdî Erebîstan ji bo wesayîtên zirxî 4 sîstemên radarê yên topavêj, ji bo Yekîtiya Emîrtiyên Ereban 48 lib serikên şer û ji bo hêzên deryayî jî 91 serikên nîşankirinê wê bên firotin. Her wiha di nûçeyê de hatiye nivîsîn ku Urdun jî 385 lib moşekên antî-tank kiriye.

Agahiyên ku Der Spîegel xwe gihandiyê, li gel Wezîrê Aborî Serokwezîr Angela Merkel û gelek wezîr navê wan di lîsteya firotina çekan a Konseya Ewlekariyê ya Federal erê kirî de heye.

Di peymana lihevkirinê ya navbera CDÛ û Partiya Demokrat a Soyal (SPD) hatî îmzekirin de, tevî li dijî peymana koalîsyonê ye jî, firotina çekan a welatên di şerê Yemenê de cih digire, rê li ber nerazîbûnên tund ên partiyên muxalefet vekirin. Pisproê parastinê yê Partiya Keskan Tobîas Lînder ê ji kovarê re axivî got: “Sozên ku ji bo nefirotina çekan a welatên alî yên li Yemenê jî, sozekî vala bû.”

Di daxuyaniya ji aliyê Partiya Çep (Dîe Lînke) ve jî hate kirin hate destnîşankirin ku firotina çekan a hikûmeta federal a ji bo van welatan weke ‘bêberpirsyar’ pênase kir.

Li Yemenê sala 2014’an piştî serhildana Hûsiyan a tevgera bi çek a Siî û şûnde şer vegeriya şerekî navxweyî. Hûsiyan Adara 2015’an paytexta Sana xistin destê xw û piştî hewldana revandina Serok Dewlet Abd Rabdû Mansûr Hadî û şûnde bi pêşengtiya Siûdiyan Koalîsyoneke ya Ereban hatibû avakirin.

Bi taybet ev dewletên bi êrîşên hewayî mudaxîlî şerê navxwey dibin, di nava 3 salên dawî de rê li ber mirina bi hezaran mirovî vekiriye.