Hikumeta Kolombiyayê û ELN'ê li ser agirbestê li hev kirin

Hikumeta Kolombiya û ELN, li paytexta Ekvador Quîtoyê ku ji meha Sibatê û vir ve hevdîtinên aştiyê lê dikin, mohra xwe danîn binê peymana agirbestê.

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûnel Santos, bi rêya televîzyonê ji civakê re axivî û anî ziman, agirbest beriya serdana lîderê rûhanî yê Katolîk, Serokdewletê Vatîkanê Papa Francîscûs a li welatê wan, hatiye ragihandin. Santos got, "Papa di demeke bêhempa ya dîroka me de tê vê derê. Em şer datînin aliyekî û bi hêvî li paşerojê dinerin."

Santos diyar kir, karê wan ê sereke parastina welatiyên xwe ye û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, di dema agirbestê de wê êrîşên li dijî lûleyên petrolê, revandin û êrîşên din ên li dijî sivîlan wê biqedin."

Jûan Camîlo Restrepo jî, ku di hevdîtinên navbera hikumetê û rêxistinê de muzakerevanê sereke ye got, "Ev peyman, ji bo pêkhatina aştiyeke teqez, gava destpêkê ye."

Hikumeta Kolombiyayê û rêxistinê li hev kirin, ku lîderên civakê yên di dema dawî de êrîş li wan tên kirin bên parastin, alîkariya însanî bi endamên ELN'ê bê kirin û hin tedbîr werin girtin.

Peymana agirbestê wê roja 1'ê Cotmehê bikeve meriyetê û heta 12'ê Çileya 1018'an bidome. Eger her du alî li hev bikin, wê peymana agirbestê bê nûkirin.

Peyman wê ji aliyê çavdêrên serbixwe, Neteweyên Yekbûyî û Dêra Katolîk ve bê erêkirin.

Hikumeta Kolombiyayê û ELN'ê, 24'ê Tîrmehê li paytexta Ekvador Qûîtoyê dest bi tûra sêyemîn a hevdîtinan kiribûn.

Hevdîtinên navbera Kolombiya û rêxistina ELN'ê de ku hezar û 500 milîtanên wê hene, bi çavdêrî û garantoriya Ekvador, Şîlî, Kuba, Venezûela, Norwêc û Brezîlyayê tên kirin.

Li welatê Latîn Amerîkayê Kolombiyayê, ku nivûsa xwe zêdeyî 48 mîlyon e, zêdeyî 50 sal in şer diqewime û nêzî 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 6 mîlyon mirov jî koçber bûne.