Hikumeta Hollandayê îstifa kir
Hikûmeta koalîsyonê ya Hollandayê ku Serokwezirê wê Mark Rûtte ye, ji ber nîqaşa alîkariya zarokan îstifa kir.
Hikûmeta koalîsyonê ya Hollandayê ku Serokwezirê wê Mark Rûtte ye, ji ber nîqaşa alîkariya zarokan îstifa kir.
Li Hollandayê di rojên dawî de malbatên ku alîkariya zarokan wergirtine, bi sextekariyê tên sûcdarkirin û pereyên ku dane wan careke din ji wan tê xwestin. Ji ber vê nîqaşa ku li welat heye hikûmeta bi serokwezîrtiya Mark Rûtte, îstifa kir.
Wê li Hollandayê hilbijartin di meha Adarê de were kirin.