Hikumeta Efgan 900 endamên Talîbanê berda

Hikumeta Efgan, bi hêviya ku Talîban agirbesta meha Remezanê dirêj bike, derdora 900 endamên Talîbanê berda.

Berdana girtiyan di bin çavdêriya serheng Nazîfûllah Welîdzade çêbû. Bi giştî 900 endamên Talîbanê yên girtî roja Sêşemê hatin berdan.

Konseya Ewlekariya Neteweyî ya hikumetê sibeha heman rojê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewamkirina agirbestê jî di nav de ji bo birêvebirina doza pêvajoya aştiyê, wê girtî bên berdan.

Berdevkê konseyê Faysal Cavîd di civîna çapemeniyê de got, "Ji bo em karibin dest bi pêvajoya aştiyê bikin, em hêvî dikin ku Talîban dema agirbestê dirêj bike."

Çavkaniyên ji Talîbanê ji AFP'ê re axivîn û têkildarî mijarê gotinên xweşbîn anî ziman. Yek ji çavkaniyan got, wê rojên bê 200 polîs û leşkerên girtî ne berdin.

Çavkaniyekî din jî ragihand ku eger hikumet girtiyan zû berde, dibe ku dema agirbestê ji nû ve bê dirêjkirin û got, "Rêveberên me hemû di vê mijarê de hemfikir in."

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd jî diyar kir ku têkildarî mijarê agahiya wî nîne.

Pêvajoya agirbesta ji bo sê rojan di şeva 26'ê Gulanê de bi dawî bû. Têkildarî dewamkirina pêvajoya agirbestê heta niha daxuyaniyeke fermî nîne.

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand, ku weke bersiva ji bo ragihandina agirbestê ya Talîbanê, ji bo nêta xwe ya baş nîşan bidin wan dest bi pêvajoya berdana 2 hezar girtiyan kirine.

Berdana girtiyan di çarçoveya lihevkirina DYE û Talîbanê de pêk tê, ku 29'ê Sibatê li Dohayê li hev kiribûn.