Hikumeta Efgan: 100 endamên Talîbanê wê bên berdan

Hikumeta Efganistanê rojek piştî ku tevgera Talîbanê hevdîtin rawestand, ragihand ku wê 100 endamên Talîbanê bên berdan.

Berdevkê Desteya Ewlekariya Neteweyî Cavîd Faysal ji AFP'ê re axivî û got, "100 girtiyên Talîbanê wê îro bên berdan." Faysal got, "Divê pêvajoya aştiyê bê pêşvebirin."

Talîbanê li ser vê daxuyaniyê hîn şîrove nekiriye. Lê belê beriya rojekê ji berdevkên Talîbanê Shayl Şahîn bi rêya Twîtterê gotibû, " Ji bo tespîtkirina girtiyên xwe me heyetek teknîkî ji Komîsyona Girtiyan a Kabîlê re şand. Lê mixabin heta niha ji ber filan û bêvan hincetan berdana wan hate taloqkirin."

Berdevk gotibû, "Li ser vê yekê wê heyeta me tevlî civînên bêencam neme."

Di encama danûstandinên navbera Talîbanê û DYE'yê de 22'ê Sibatê agirbestek hatibû ragihandin. Di encama vê pêvajoyê de jî 29'ê Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê DYE û Talîbanê mohra xwe danîbûn binê peymanekê. Di berdêla garantiyên ewlekariyê yên Talîbanê de DYE û hevalbendên wê soz dabû ku di nava 14 mehan de hêzên xwe ji welêt vekişînin. DYE'yê her wiha vekişîna hêzên xwe bi şertê destpêkirina danûstandinên Talîbanê bi hikumeta Efgan ve girê dabû.