Hikumeta Îngilîz pêşnûmeya peymanê pejirand

Hikumeta Îngilîz pêşnûmeya peymanê ya ji bo derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê pejirand.

Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May, êvara roja Çarşemê daxuyaniyeke kurt da û got, di civîna Desteya Wezîran de pêşnûmeya peymanê hatiye pejirandin.

Serokwezîr diyar kir, desteya hikumetê bi giştî piştgirî daye pêşnûmeyê, lê belê agahiyên berfireh neda.

Metna peymanê ji 500 rûpelî pêk tê. May got, "Ya ev peyman wê pêk were, ya jî Brexît wê qet nebe."

Serokwezîr wê roja Pêncşemê li Parlamentê projeyê biparêze. May got, "Ji bo welatê xwe, amade me vê bikim."

Sefîrên Bilind ên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê jî ji bo nirxandina pêşnûmeyê li Brukselê li hev civiyan. Hikumeta Îrlandayê jî ji bo lêkolînkirina pêşniyaran li hev civiya.

Yek ji xalên bingehîn ên projeya peymanê ew e ku pêşî li vegera sînorên fîzîkî yên navbera Îrlanda Bakur û Komara Îrlandayê were girtin. Ev mijar demeke dirêj e xala sereke ya danûstandinan e.