'Hikumet' a li Lîbyayê der barê fuzeyên Fransayê daxuyanî xwest

'Hikumeta yekîtiya neteweyî' ya li Lîbyayê, der barê fuzeyên Fransayê de ku ji yekîneyên Mareşal Haftar ên li rojhilatê Lîbyayê serdest in hatin bidestxistin, daxwaza daxuyaniyê kir.

Şerê navbera Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ku Neteweyên Yekbûyî wê nas dike û hêzên Mareşal Halîfe Haftar ku DYE û Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike, didome.

Ne fermî jî be tê texmînkirin ku Fransa piştgiriyê dide hêzên Mareşal Haftar. Fransa ji ber hin fuzeyên li Lîbyayê hatin bidesxistin kete rojevê. Li biryargeheke ji hêzên Haftar vala bû fuzeyên Fransayê hatin dîtin.

Di nameyeke Wezareta Karên Derve ya Hikumeta Yekîtiya Neteweyî de ji Fransayê hate xwestin ku der barê çekên wan ên ketine destê hêzên Haftar de 'daxuyaniyekê' pêşkêş bike. Wezîrê Karên Derve yê Hikkumeta Yekîtiya Neteweyî Mohamed Tahar Siala ji hempîşeyê xwe yê Fransayî Jean-Yves Le Drian re nameyek şand û jê xwest, çekên ku hatine dîtin kengî û çawa hatine veguhastin.