Hêzên Iraqê dixwazin di nava mehekê de rojavayê Mûsilê bi dest bixin
Hêzên Iraqê dixwazin operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ku di meha Sibatê de dan destpêkirin, bi ser bixînin.
Hêzên Iraqê dixwazin operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ku di meha Sibatê de dan destpêkirin, bi ser bixînin.
Operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê beriya niha bi sê hefteyan hat destpêkirin. Operasyona rizgarkirina rojhilatê Mûsilê di Cotmeha 2016'an de hatibû destpêkirin û di nava 3 mehan de rojhilatê bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû paqijkirin.
General Talîb Şargatî li Silêmanî civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Tevî şerê djwar jî em bi biryar in ku di nava mehekê de şerê li rojavayê bajêr biqedînin. Em biv ê biryardariyê bi pêş ve diçin."
Tê gotin, hejmara hêzên tevlî operasyona mûsilê bûne, derdora 100 hezarî ye. Li gorî çavkaniyên leşkerî hê çend hezar endamên DAIŞ'ê li rojavayê Mûsilê ne.
Hêzên antî terorê yên Iraqê taxên Mûalim û Silo ji dest DAIŞ'ê derxistin. Di nava hefteyê de avahiya Walîtî û Muzeya Mûsilê jî rizgar kirin.
Ji ber xefik, wesayîtên bombe barkirî û sekvanan, hêzên Iraqî bi hesasî tevdigerin.
Hêza milîs a Şîa û yekîneyek ser bi artêşa Iraqê roja Çarşemê dan xuyakirin, ku wan rêya navbera Mûsil, Tel Aferê, qut kirine.
Li rojavayê Mûsilê di nava 10 rojên dawî de bi qasî 40 hezar kes ji şer û birçîbûnan reviyan. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka salê û vir ve 215 hezar kes ji bajê reviyan e.