Hezar ne gol e û ne jî derya

Rûsya, Îran, Kazakîstan, Azerbaycan û Tirkmenîstanê peymana ku statûyeke bidin Deryaya Hezarê li Kazakîstan Aktauyê îmze kirin. Bi vê peymanê mêtingeriya li ser Deryaya Hezarê hate fermîkirin.

5 welatên ku sînorê wan bi Deryaya Hezarê re hene ji bo statûya deryayê fermî bikin peyman danîn.

Deryaya  Hezarê ku ji hêla petrol û gaza sirûştî ve zengîn e, bû xwedî statûyekê ku li gor vê ne gol e û ne jî derya.

Merasîm ji hêla Serokê Kazak Nursutan Nazarbayev ve hate destpêkirin. Nazarbayev beriya îmzekirina peymanê got, ‘’Diyarbûna statûya Deryaya Hezarê pir bi derengî ket. Ev 20 sal in ji bo ku em peymanekê deynin, em dixebitin.’’

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî got ew alîgirê peymanê ne û xebateke wiha ku mohra xwe li pêvajoyê bixin dane destpêkirin.

Bi peymanê re wê rezerva petrolê ya bi 50 milyar dolarî û 300.000 milyar metreküp a rezerva gazê were parvekirin.

Hate gotin beşekî girîng ê Deryaya Hezarê wê bi  Rûsyayê re were parvekirin.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Grîgroî Karasîn jî got Deryaya Hezarê xwedî statûyeke taybet e. Hate gotin Deryaya Hezarê wê ji statûya deryayê û golê ya navnetewî cudatir be.