Heyva Sor a Lîbyayê: Dîtina pêdiviyên mirovî, zêdeyê quweta me û ya hikûmetê ye

Ji ber lehiya li Lîbyayê rabûye li gor servîsên alîkariya pêşîn, zêdeyê 2 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest daye, bi hezaran kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî wenda ne.

Li gor Xaça Sor û Heyva Sor ji ber lehiya roja Duşemiyê li Lîbyayê rabûye, gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.

Servîsên alîkariya pêşîn li Derna ya li bakurêrojhilatê welêt, ragihand ku herî kêm 2 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest daye û li seranserê welêt bi hezaran kes jî wenda bûne.  

Bandora lehiyê bi taybetî pir li Dernayê bûye. Wezîrê Hewagêriya Sivîl û endamê komîteya rewşa lezgîn got: ‘’Rewş bobelat e. Li her derê cenaze hene.’’

Berdevkê servîsa lezgîn da xuyakirin ku 2 hezar 300 kesan jiyana xwe ji dest daye, 7 hezar kes birîndar bûne û 5 hezar kes jî birîndar in.

Du bendavên li ser çemê Wadî “Dernayê teqiyane û her der bûye herî, pir xera bûne û gelek avahî û kes di binê heriyê de mane.

Hevya Sor a Lîbyayê, diyar kir ku pêdiviyên mirovî ji kapasîteya Heyva Sor û ya hikûmetê derbas bûne.