Heyeta Talîbanê ji bo danûstandinan li Tehranê ye

Heyetek ji tevgera Talîbanê ya Efganîstanê, ji bo danûstandinan bike li Tehranê ye.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, ji berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasemî di konferansekê de got, "Heyetek ji Talîbanê doh gihîşt Tehranê. Bi alîkarê Wezîrê Karên Derve re hevdîtin kir."

Rayedar got, ev hevdîtin ji bo diyarkirina çarçoveyekê ji danûstandinên navbera Talîbanê û hikumeta Efgan re ye.

Rêveberiya Îranê hefteya bihurî daxuyaniyek dabû û ragihandibû, wan bi Talîbanê re dest bi hevdîtinan kirine û rêveberiya Qabûlê di vê der barê de agahdar kirine.

Danûstandina ku Îran jî tevlî bû, piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ku wê nîvê leşkerên xwe yên li Efganîstanê vekişînin, pêk hat.